Zabitayan dest danîn ser pankarta Malbata Şenyaşar

Zabitayên Şaredariya Mezin a Rihayê dest danîn ser pankarta Malbata Şenyaşar. Ferît Şenyaşar diyar kir zabitayan pankartên wan dizîne û got, “Kesên ku ji pankartên me aciz dibin, bila li avahiya edliyeyê rûnenên.”

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku ji êrişê bi birîndarî filitîbû, çalakiya xwe ya edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dikin. Nobeta Edeletê ku di 9’ê Adara 2021’an de dest pê kir, 595 roj li pey xwe hişt. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî danê sibehê li ber ediyeyê dest bi nobedê kir.

Polîsan hefteya borî cihê ku malbat lê nobedê digire bi bariyerên hesin dorpêç kiribû û piştre li ser bertekan vê carê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê qada nobetê kiribû otopark. Îro zabiteyên şaredariya AKP’yî, pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” desteser kirin. Polîsan dan zanîn ku serdozger ji pankartên malbatê aciz dibe.

ŞAREDARIYÊ DIZÎ KIR’

Ferît Şenyaşar ji bo nerazîbûn nîşan bide, wêneyê bavê wî Esvet Şenyaşar û birayên xwe Adil û Celal ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatibûn qetilkirin li serê bû, bi bariyeran ve daliqand. Şenyaşar bertek nîşanî zabiteyan da û wiha got: “Li pêşiya edliyeya Rihayê têkoşîna edaletê tê dayîn. Em li vê derê bang li rayederan dikin ku edaletê bi cih bînin. Birayê me Fadil Şenyaşar 4 sal in bi fermana desthilatdariyê di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Dayîk Emîne Şenyaşar a 65 salî, nêzî 2 sal in nobeta edaletê digire. Li ser vê yekê jî polîs hewl didin her roj nobeta edaletê asteng bikin. Bi fermana dozgeran destwerdanê li ser me dikin. Astengiyên li pêşiya me îro hate asteke cudatir. Zabitayên Şaredariya Mezin a Rihayê, bêyî ku hişyariyekê bikin dest danîn ser pankarta me, ev dizî ye. Em vê qebûl nakin. Kesên ku ji van pankartan aciz dibin, bila li avahiya edliyeyê rûnenên. Bila edeletê bi cih bînin, em jî em ê herin mala xwe. “