Mîna navê xwe Ronahî bû

Andrea Wolf ku hîn di temenekî pir ciwan de kete nava lêgerîna li dijî sîstemê, bi demê re agirê têkoşînê dada û sala 1996'an beşdarî nava refên PKK'ê bû.

Gerîlaya PKK'ê ya Elman Andrea Wolf di 23'ê Cotmeha 1998'an de li herêma Şaxê ya Wanê tevî 23 hevrêyên xwe ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve hatin şehîd xistin. 24'emîn salvegera şehadeta Andrea û hevrêyên xwe ye. Andrea Wolf bi gelek perspektîfên ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser enternasyonalîst, Şoreşa Ewropa û azadiya Kurdan digire, ji bo xurtkirina xeta şoreşgerî soz dide û berê xwe dide çiyayên azadiyê yên Kurdistanê. Mîna her gerîlayekî YAJK’ê li dijî dagirkeriya Kurdistanê têdikoşe. Andrea ku di sala 1998'an de bi israrek xwe derbasî herêma Botanê bû û şehîd bû, îro di şoreşa jinê ya navneteweyî de bûye mînaka pêşeng a ronîkirinê.

NASKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Andrea Wolf ku di sala 1965'an de li bajarê Munih ê li başûrê Elmanyayê ji dayik bû, di temenê xwe yê biçûk de bi xwişk/birayê xwe re di nava tevgerên ciwanan de li dijî sîstemê dest bi têkoşînê kir. Her tim li dijî kapîtalîzm, faşîzm û nîjadperestiyê tev li çalakiyan dibe. Di sala 1981’ê de ji aliyê polîsên Elman ve tê destgîrkirin û çend meh di girtîgehê de dimîne. Dema ji girtîgehê derdikeve ezmûna xwe dike bingehê têkoşîneke xurttir.

Andrea Wolf ku di nav tevgerên femînîst de cih digire, di gelek çalakiyên fermî û nefermî de cih digire. Andrea ku di nava tevgera "Otonom" a li dijî dewleta kapîtalîst de cihê xwe girt ku wê demê bala ciwanên Elmanyayê dikişand, di salên 1980'î de jî dest bi têkoşîna ekolojîk a antî-kapîtalîst kir. Tevlî berxwedana gelên Wackersdorf a li dijî Projeya Hêza Atomê ya Mezin dibe. Ew bi awayekî çalak beşdarî xwenîşandanên ji bo rawestandina avakirina balafirgeha mezin a bi navê Startbahn West dibe. Andrea ku tevî hevrêyên xwe yên têkoşînê li Frankfurtê komên jinan ên xweser ava dikin, malên dewlemendan vediguherînin navendên femînîst ên şoreşger.

KOMA CIWANAN A BI NAVÊ ‘KEIN FRIEDE’ AVA DIKE

Andrea ku pir girîngiyê dide ramanên parastinê, di pêşxistina hevrêyên xwe yên hunerên parastinê de rolek mezin dilîze. Li bajarên Elmanyayê perwerdeya Karate dide hevrêyên xwe yên tên çiyayê Kurdistanê. Dewleta Elman gava dît ku ew di nav rêxistinên şoreşger de têdikoşe, sê caran sîxurên xwe li dora Andrea danî. Ev yek dibe wesîle hîn ji nêz ve kevneşopiya dewletê nas bike û dikeve ferqa xeta şoreşgerî û xeta îxanetê.

Andrea ku di sala 1987'an de careke din ji ber sîxurên dewletê ket girtîgehê, saleke din jî di girtîgehê de dimîne. Di girtîgehê de bi mîlîtanên RAF (Fraksyona Artêşa Sor) ku yek ji gerîllayên bajarî yên Elman e, nas dike û ligel wan nîqaşên bîrdozî û polîtîk dike. Di hemû tevgerên têkoşînê de ku beşdarî wan bûye, bi zelalî, biryardarî û radîkalîzma xwe tê naskirin. Piştî hilweşîna Real Sosyalîzm rêxistinên çep ketin nava krîzeke giran, lê Andrea ranaweste û pêşengiyê dike. Li Frankfurtê koma ciwanan "Kein Friede" damezrand û nasnameyeke nû da şoreşgeriya antî-kapîtalîst. Wiha şoreşa Elman dest bi rêyek nû dike. Andrea li şûna pergala dewleta kapîtalîst a Elman dikeve lêgerîna çawa civakek azad ava bikin. Ev kom di heman demê de piştgirî dide penaberan ku çawa xwe li hember êrîşên faşîst biparêzin.

NASÎNA PKK’Ê Û DERBASBÛNA KURDISTANÊ

Bi vî awayî hevrêyên xwe yên PKK’î nas dike. Andrea Wolf ku gelek rexne li şoreşgerên Elman kiriye, pêwîstî bi rêxistineke nû dibîne. Andrea di vê çarçoveyê de di sala 1996'an de ji bo têkoşîneke xurt a navneteweyî derbasî Kurdistanê dibe.

Andrea Wolf di rojnivîska xwe de çûyîna xwe wiha vedibêje: “Têgihiştina min a enternasyonalîzmê ji nû ve hatiye teşegirtin. Heta niha min rasterast û gav bi gav bi vê yekê girt dest. Pêşî ji bo avakirina cihê tevgerê, paşê jî bi yên din re tevgerîn. Lê eger em navneteweyî bin, em dikarin di heman demê de herdu jî bin; Divê em bibin û bikin jî. Em dikarin ji bo hînbûnê li cihên din ên cîhanê jî beşdarî têkoşînê bibin. Ji ber ku em bi sînorên netewî sînordar nînin. Heta ku em ji derve nenêrin, nemaze wek mirovên li metropolan dijîn, em nikarin rewşa xwe tam fam bikin.”

DIBE RONAHÎ

Andrea Wolf, navê Ronahî (Nilgün Yıldırım) ku di sala 1994'an de li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK'ê bedena xwe da ber agir radıke. Bi vî awayî dibe qêrîna Ronahî û Berîvanan.

Andrea ku beşdarî dewreya perwerdeyê ya li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a Şamê bû, ji perwerdeyê gelekî bi bandor dibe û kûr dibe. Bi taybet hevrêtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwesta wî ya jiyanê bandoreke mezin li ser wê dike. Di rojnivîska xwe de diyar dike ku di jiyana xwe de kesekî weke Abdullah Ocalan nas nekiriye û wiha dinivîse: “Rêber Apo weke mêrekî bi kedeke rast û bêdawî ji bo azadiya jinê têdikoşe. Piraniya mêran ji bo ku bên naskirin xwe ji jinan çêtir nîşan didin. Ez tenê mêrekî dibînim ku nêzî azadiya jinê dibe; ew jî Abdullah Ocalan e. Vê yekê ne tenê îfade dike, di pratîk û talîmatên xwe de jî nîşan dide. Dibêje mêr kapîtalîst û jin sosyalîst in.”

ÊDÎ EW LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ GERÎLAYEK E

Şehîd Ronahî ku piştî perwerdehiya xwe berê xwe da çiyayên Kurdistana azad, di nava refên gerîla de pratîkeke aktîf dimeşîne. Ronahî ku her tim bi baldarî û diyaloga xwe ya di nava gerîla de tê naskirin, dixwaze têkoşîna PKK'ê û îdeolojiya Rêbertiyê ji kûr ve fêm bike. Fikir û lêhûrbûnên wê digihêje çepgirên Elman. Di gotarên xwe de banga tevlîbûna nava refên gerîla dike û banga naskirina felsefe û ezmûna têkoşînê ya PKK'ê ya li dijî oryantalîzmê dike.

Şehîd Ronahî li çiyayên Kurdistanê dersên avjeniyê û karateyê dide hevrêyên xwe. Ronahî ku di nava şerê PDK'ê de jî cih girt, di sala 1997'an de bi israrek mezin derbasî herêma Botanê bû. Tevî ku dizanibû ku dê li Botanê şehîd bibe jî, bi hişmendiyeke mezin a navneteweyî tevlî nava jiyana gerîla bû. Ew her tim digot, "Ne girînge em li ku derê şehîd bibin, em ji bo çi şer dikin ew girîng e. Min makîneyên kuştinê yên emperyalîstan dîtin. Çima dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê rawnawestîne? Ez ji vê yekê pir hêrs bûm. Min dizanibû ku ew ji bo çi ye, lê ez bêtir kûr bûm” û dixwaze hîn zêdetir fêm bike û di vî warî de bi hevrêyên xwe yên têkoşer re nîqaşên kûr dike.

BI TÊKOŞÎNA XWE BÛYE RONÎKERA TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERÎ

Şehîd Ronahî bi kesayet û jiyana xwe ya têkoşînê ji bo jinên enternasyonal bûye ronîkera têkoşîna şoreşgerî. Ronahî ku ji bo şoreşa Elmanyayê xala bingehîn bû, îro ji bo bi dehan şoreşgerên jin ên navneteweyî bûye mînak. Îro bi dehan jinên şoreşger ên li çar aliyên cîhanê bi rêxistinkirina xwe ya xurt li dijî hêzên desthilatdar ên faşîst, li ser şopa Şehîd Ronahî (Andrea Wolf) ku yek ji nûnerên têkoşîna navneteweyî ye, têdikoşin.