Çomlek: Êrîşên dewleta Tirk li ser gelên herêmê hemûyan e

Saît Çomlek destnîşan kir, ku dewleta Tirk a dagirker peymanên berê yên bi Beşar Esad û Sadam re çêkirî, bê sînor bi kar tîne û got, lewma êrîşî gelên herêmê dike.

Peymana ku dewleta Tirk a dagirker, di Gulana 1983’an de bi Sedam re çêkirî ne tenê ji bo qirkirina Kurdan bû, ji bo qirkirina gelên herêmê bû. Hinceta wan tenê ew bû ku Tevgera Azadiya Kurdistanê hedef bigire. Li gorî vê peymanê dewleta Tirk a qirker, wê tenê di nava 72 saetan de li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bimîne. Lê hîna jî dewleta qirker a bê ku mafê serweriya Iraqê nas bike, bi awayek keyfî hem bejahî û hem jî hewayî êrîş dike. Li gel vê yekê jî bi dehan car êrîşê Şengal û Mexmûrê kiriye û ji dehan zêdetir sivîl qetil kirine û gelek jî birîndar kirine. 

Her wiha peymana Edeneyê jî ya di sala 20’ê Cotmeha 1998’an de, dewleta Tirk bi rejîma Baas re çêkirî jî bi heman armancê bû. Lê dewleta Tirk van her du peymanan ji bo xwe weke bê sînor bikartîne û hem bejahî hem jî hewayî, êrîşê gelên li Rojava û Başûrê Kurdistanê dike. Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Mexmûrê Saît Çomlek, têkildarî van êrîşan ji ANF’ê re axivî.

‘HÊZÊN HEGEMON XWESTIN BI ÇETEYÊN TUNDREW, PÊŞÎ LI ŞOREŞA ROJHILATA NAVÎN BIGIRIN’

Çomlek bi bîr xist ku di 17’ê Kanûna 2010’an de, ciwanekê li ber parlamentoya dewleta Tûnûsê ji bo nêzîkatiyên rêveberiyê yên li hemberî gel protesto bike, bedena xwe da ber agir û got: “Serhildanên ku bi vê bûyerê re çêbûn, di demek nêz de belavî herêmên din jî bû. Ji Tûnûsê despê kir û belavî Misir, Sûdan û Sûriyeyê bû. Heta ku belavî hinek herêmên Başûrê Kurdistanê jî bûn. Yanî bi giştî Rojhilata Navîn ket di bin bandora vê bûyerê de. Navê vê van serhildanan kirin Bihara Ereban. Ev jî bi daxwaza wekhevî, azadî, demokrasî û ji bo derbaskirina rêveberiyên monarşîk ên li herêmê heyî, dest bi çalakiyan hat kirin. Êdî dewletên desthilat û hegemon ên cîhanê, xwestin van pêşveçûnan kontrol bikin. Lewma dest bi çêkirina astengiyan kirin û bi wê boneyê rêxistinên tundrew, xwestin mudaxeleyî pêvajoyê bikin da ku rotaya şoreşê berovajî bikin. El Qaîdeyê di vê yekê de rolek girîng lîst. Piştî demekê çeteyên DAÎŞ û Cephet El Nûsra ava bû. Van rêxistina xwest hem pêşî li şoreşa Rojhilata Navîn bigirin û hem jî rêveberiyê bi dest bixin. Girêdayî van geşedanan li Rojava jî hinek guhertin çêbûn. Yanî Tevgera Azadiyê jî ku ji xwe berê jî amadekariyên wan hebûn, xwest tevlî pêvajoyê bibin. Gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê, ji desthilatdariya rejîma Beşar Esed hat derxistin û rêveberiyek nû hat avakirin. Piştî wê jî hemû rêxistinên tundrew hem xwestin li Rojava û hem jî li Rojhilata Navîn, xwe bi bandor bikin. Ji ber ku yekser peywendiyên DAÎŞ’ê bi dewleta Tirk re hebûn, dewleta Tirk berê DAÎŞ’ê da herêmên Rojava yên ji rejîmê hatin rizgarkirin. Hem gelê Rojava û hem jî Tevgera Azadiyê, li dijî êrîşên DAÎŞ’ê ket nava parastinê.

Bi taybet jî bajarê Kobanê li dijî vê yekê bû sembolek. DAÎŞ’ê xwest Kobanê dagir bike û li hemberî wê jî berxwedanek dîrokî hat raberkirin. Di encam de DAÎŞ li hemberî wê berxwedana dîrokî têk çû û ew jî destpêkek a şkestina DAÎŞ’ê hem ya li Iraq û hem jî bi giştî li Sûriyeyê bû. Li pey wê jî ew bajarên li Rojava û Sûriyeyê di destê wan de, yek bi yek jê hatin rizgarkirin. Ev şkestina DAÎŞ’ê wisan li Iraqê jî belav bû. Yanî em dikarin bibêjin ku şerek ê man û nemanê di navbera Tevgera Azadî û DAÎŞ’ê de destpê kir. Êrîşên DAÎŞ’ê bi alîkariya dewleta Tirk, li ser Mexmûr û Şengalê jî pêk hatin. Li Şengal û Mexmûrê jî berxwedan li hemberî wan hat raberkirin.” 

‘TIRKIYE PEYMANA EDENEYÊ YA DEM KURT, JI BO XWE WEKE BÊ SÎNOR BI KAR TÎNE’

Saît Çomlek anî ziman ku piştî demekê Tirkiyeyê ji bo tolhildana şkestina DAÎŞ’ê ji civakên Rojava bistîne, dest bi êrîşên bênavber ên hem hewayî û bejahî ku heta niha jî dewam dikin, kir û wiha pêde çû: “Emerîka û Rûsya jî xwestin li guhertinên ku li Rojhilata Navîn çêbûyîn sûd werbigirin, lewma wan jî xwe li herêmê bi cih kir. Tirkiyeyê jî xwest li wir hêzekê ji bo xwe çêke, lewma hêzên Îslamî yên tundrew da pişt xwe û xwest hêzên xwe yên leşkerî li hêrêmê bidin rûnişkandin. Dema ku Tirkiye van êrîşan pêk tîne, xwe dispêre peymana Edeneyê ku piştî dîlgirtina Rêber Apo, di navbera Tirkiye û Beşar Esad de çêbû. Tevî ku ev peyman dem kurt e û tenê 5 kîlometreyan Tirkiye dikare di nav xaka Rojava û Sûriye de bi cih bibe, lê Tirkiye hem sînorên xakê derbas dike û hem jî heta roja îro bi taybet di aliyê hewayî de xwe dispêre wê peymanê. Yanî Tirkiye vê peymanê ji bo weke bê sînor bi kartîne. Bi taybet di vir de rola Emerîka girîng e, dibe ku xwe weke piştevanê QSDû YPG’ê bide diyarkirin, lê dema ku Tirkiye êrîş dike dengê xwe li hemberî vê yekê dernaxîne.

Tirkiye tu caran zagon û exlaqên şer berçav negirtine. Me li Efrîn, Serê Kaniyê, Girê spî jî dît ku dema Tirkiye êrîşan pêk tîne, her car yan jin û yan jî zarok şehîd dikevin. Lewma divê bertekên li hemberî vê yekê, zêde bin. Li Rojhilata Navîn herêma herî demokratîk, Bakur û Rojhilatê Sûriye ye. Tirkiye dixwaze dawî li demokrasiya herêmê û deskeftiyên Kurdan bîne. Ji xwe gelek caran jî eşkere dibêje ku li kuderê destkeftiyên Kurdan hebe, ew di hedefa êrîşên wan de ne.” 

Çomlek ragihand ku li Başûrê Kurdistanê jî bi rojane êrîşên dewleta Tirk a dagirker çêdibin ku li vir jî zagonên şer tên binpêkirin û wiha got: “Di sala 1983’an de, di navbera rejîma Sedam Hisên a rûxayî û Tirkiyeyê de, hevpeymanek hat îmzekirin. Ew peywan derfetê dide deswerdanên Tirkiye, lê tenê 5 kîlometreyan derfet dide. Demê wê peywanê jî bi sînor e. Lê Tirkiye çawa ku peymana Edeneyê ji bo xwe bêsînor bi kartîne, vê peymanê jî ji bo xwe bê sînor bikartîne. Bi şev û rojan balafirên şer li ser Şengal û Mexmûrê digerin, lê kes dengê xwe dernaxîne. Ji ber wê yekê di êrîşên ku Tirkiye li ser Kurdistanê pêk tîne de, ew jî qasî Tirkiyeyê sûcdar in. Divê hesabê vê yek ji wan jî bê xwestin û divê NATO derfetan nede Tirkiyeyê. Lê ji ber ku Tirkiye jî endamek ê NATO’yê ye, dengê xwe li hember dernaxîne. Tirkiye di êrîşên xwe de îradeya gelê Kurd hedef digire; dibêje ku ez şerê Kurdan nakim, ez şerê PKK’ê dikim. Lê bi vê hincetê hemû Kurdan qetil dike. Yanî li gorî wan jin û zarokekî Kurd jî mîlîtanên PKK’ê ne, lewma êrîşê hemû Kurdan dike.

Li aliyê din Rûsya jî dixwaze, ji ber nakokiyên xwe yên di navbera Emerîkayê de, Tirkiyeyê bikişîne aliyê xwe. Yanî di xwaze ku Tirkiyeyê di aliyê siyaseta Rojhilata Navîn de, ber bi aliyê xwe ve bikêşin. Lewma çavê xwe li sûcên şer ê Tirkiyeyê digire.” 

‘TIRKIYE ÊRÎŞÊ HEMÛ GELÊN HERÊMÊ DIKE, LEWMA DIVÊ QADA HEWAYÎ ROJAVA Û BAŞÛR JI TIRKIYEYÊ BÊ GIRTIN’

Endamê Komîteya Dîplomasiyê Saît Çomlek destnîşan kir ku Tirkiye di êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê û herêmên din de, ne tenê Kurdan hedef digire û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelên din jî ji van êrîşan zirarê dibînin. Mînaka wê jî ew êrîşa ku Tirkiyeyê li gundê Perexê pêk anî ye ku di encamê hinek turîstên Ereb hatin qetilkirin. Tirkiyeyê bi wê êrîşê armanc kir ku berpirsyariyê bixe ser milê PKK’ê. Lê ev armanca wan pêk nehat, ji ber ku eşker bû ku ew êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin. Her wiha li ser êrîşên Rojava, Şengal û Mexmûrê PDK’ê tu caran dengê xwe dernaxîne. Heta mirov dikare bibêje ku piştgirî jî dide van êrîşan. Hem di êrîşên Rojava û hem jî Başûr de, ne tenê gelê Kurd tê hedefgirtin. Lewma em bang li hêzên navneteweyî dikin ku pêşî li van êrîşan bigirin. Herî kêm dikarin qada hewayî ya Rojava û hem jî ya Başûr, bigirin.”