Maskên gazê çi dibêjin…

HPG’ê ragihand ku ew rastî êrîşên çekên kîmyewî hatine, dewleta Tirk ev yek red kir. Dewleta Tirk dîmenên maskeyên gazê, oksîjen û lûleyên nefesê yên ku desteser kirine eşkere kir. Ev dîmen tên çi wateyê?

Dewleta Tirk a dagirker ji bo li hember gerîla encam bigire, hem qanûnên xwe û hem jî hemû peymanên navneteweyî binpê dike û hem jî hemû derfetên di destê xwe de bi kar tîne.

Sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk hema bêje her roj berdewam dike. Saziyên navneteweyî li hemberî sûcên tên kirin bêdeng dimînin û dibin hevkar.

Li gorî HPG’ê; Çekên qedexe di 6 mehan de ji 14’ê Nîsanê heta 14’ê Cotmehê bi hezaran caran hatin bikaranîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BÎM) got, "Tunel û çeperên şer ên hêzên me 2476 caran bi bombeyên di asta navneteweyî de qedexe (bombeya fosfor, bombeya termobar, bombeya nukleerî ya taktîkî) û çekên kîmyewî hatine bombekirin.”

Di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de gelek dîmen, şahidî û belge hatin weşandin.

Tevî van hemûyan jî rayedarên dewleta Tirk êrîşên kîmyewî red kirin û gotin ku ev êrîşên kîmyewî "îftîratî", "bêbingeh" û "nerast in".

Li aliyê din Wezareta Parastinê ya Tirk ji bo pesnê artêşa xwe ya dagirker bide, amûrên ku bi dest xistine, weşand. Di nav amûrên pesnê de maskeyên gazê, oksîjen û lûleyên nefesê hebûn. Bi gotineke din, amûrên jiyanî yên ku gerîla ji bo parastina li hemberî gazên kîmyewî bikar tîne.

Hêzên PDK’ê jî mîna artêşa Tirk gelek maskeyên gazê yên ku diçûn cem gerîla desteser kiribû û dîmenên wan belav kiribûn.