KCK'ê helwesta xelkê Amedê silav kir

KCK'ê destnîşan kir ku helwesta xelkê Amedê ya li hemberî Erdogan helwesta gelê Kurdistanê ye û got, "Girîng e xelkê Bakurê Kurdistanê bi giştî vê helwesta bi rûmet a xelkê Amedê ji xwe re bike mînak û li dijî faşîzmê xwedî sekneke zelal û bi biryar be."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyek weşand û xelkê Amedê pîroz kir ku 23'ê Cotmehê bi helwesta xwe derseke dîrokî da şefê faşîst Erdogan ku li Amedê mîtîngek lidar xist.

Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Şefê faşîst Tayyîp Erdogan 23'ê Cotmeha 2022'an çû Amedê û xwest mîtîngekê lidar bixe. Lê belê xelkê Amedê helwesteke ku li dîrok û kevneşopiya xwe tê, nîşan da û tevlî mîtînga şefê faşîst nebû. Xelkê Amedê bi vê helwesta xwe xwedî li rûmet û welatparêziya xwe derket û derseke dîrokî û mezin da şefê faşîst. Ji ber vê helwesta bi wate em xelkê Amedê ji dil pîroz dikin û silav dikin.

Şefê faşîst Erdogan xwedî mejî û karaktereke dijminê Kurdan e ku hebûna gelê Kurd weke gef û metirsiyê dibîne. Bi axaftina xwe li vê yekê mikur hat û kir ku ev rastiya ji aliyê gelê Kurd ve tê zanîn ji aliyê her kesî ve bê dîtin. Tayyîp Erdogan her ku hestên xwe yên li dijî Kurdan nîşan dide, karakterê wî yê faşîst û nijadperest bêhtir xuya dike û tê fêhmkirin.

Tifaqa AKP-MHP'ê ji bo Kurdan qir bike bûye desthilatdar. Ev tifaqa faşîst her roj êrîşî hebûn û nirxên Kurdan dike û hewl dide tune bike. Gelê Kurd jî vê rastiya tifaqa AKP-MHP'ê û şefên wê yên faşîst baş zane. Gelê Kurd ji xwe li hemberî êrîşên qirker ên tiafqa AKP-MHP'ê têkoşîneke mezin dimeşîne, li ber xwe dide. Bêguman yê ku herî zêde vê rastiyê dibîne Amed e ku xwedî hişmendiyeke kûr a welatparêziyê ye û li dijî neheqî, zilm û faşîzmê keleha berxwedanê ye. Lewma ev helwesta xelkê Amedê parçeyek ji têkoşîna kevneşopiya berxwedanê û têkoşîna gelê Kurdistanê ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ye.

HELWESTA XELKÊ AMEDÊ HELWESTA KURDISTANÊ YE

Şefê faşîst û nijadperest di axaftina xwe de ya li Amedê kir, karakterê xwe yê dijminatiya li Kurdan careke din raxist pêş çavan. Şefê nijadperest û faşîst Tayyîp Erdogan ku nekarî xwe li helwesta xelkê Amedê rabigire, heqaret li gelê Kurd, siyasetmedaran û HDP'iyan kir. Ev helwest û zimanê şefê faşîst, encameke ji tengaviya wî ye. Ji ber ku helwesta xelkê Amedê helwesta gelê Kurdistanê ye û şefê faşîst baş zane bê ev yek ji bo wî tê çi wateyê. Vê tirs û hêrsê bi qasî dilê şefê nijadperest û faşîst her wiha destên wî jî cirifandiye. Lê belê tirs bi kêrî encamê nayê. Bi gef, heqaret û dijminatiyê xelkê Amedê ti carî natirse, paşve gavê neavêje û dest ji têkoşîn û armancên xwe bernade.

GELÊ KURD WÊ HESABÊ HEQARETÊN ERDOGAN JÎ BIPIRSE

Li hemberî faşîzma AKP-MHP'ê û şefê vê faşîzmê Tayyîp Erdogan ku her roj Kurdan dikujin, ewladên gelê Kurd bi çekên kîmyewî qetil dikin, hestiyên wan dixin qutiyan, Rêber Apo tecrîd dikin, Kurdan dixin zindanê, zindaniyan qetil dikin, Rojava û Başûr dagir dikin, êrîşê dibin ser penaberên li Mexmûrê, li Şengalê komkujiyan dikin; xelkê Amedê helwest nîşan da û raxist pêş çavan ku êdî li Amedê û Kurdistanê cihê wan nîne. Diyar e şefê faşîst bi çûyîna Amedê re ev rastî baş fêhm kir ku mejî û karakterê xwe yê dijminatiya li Kurdan di axaftina xwe de jî dewam kir. Bêguman gelê Kurd wê hesabê van heqaretan jî bipirse.

Ne tenê ji şefê faşîst, di heman demê de wê ji sextekarên hevkarên wî jî hesab bipirsin ku dijminatiya wî ya li Kurdan dinixumînin, hewl didin sivik bikin û weke rewşeke encama agahdarkirineke şaş nîşan bidin. Hin kesayetên Kurd ên sexte û noker, ji ber ku çarenûsa xwe bi ya şefê nijadperest û faşîst ve kirine yek, ketine nava tirseke mezin û hewl didin rastiyê binixumînin. Lê belê xelkê Amedê jî gelê Kurd jî her tiştî dibînin û baş zanin bê kî çi ye û zane wê çawa nêzî kê bibin.

YEKÎ DIJMINÊ KURDAN BE, NEPÊKANE KU DOSTÊ TIRKIYEYÊ BE

Ne tenê gelê Kurd divê li Tirkiyeyê her kes li hemberî vê siyaset û mejiyê dijminê Kurdan ê şefê faşîst Tayyîp Erdogan helwestê nîşan bide. Ji xwe yekî ku dijminê Kurdan be nepêkane ku dostê gelê Tirk û Tirkiyeyê be. Tayyîp Erdogan ne tenê dijminê Kurdan e, di heman demê de dijminê gelên Tirkiyeyê, jinan, kedkaran, xweza û mirovahiyê ye. Ji ber dijminatiya li Kurdan û şerê li dijî Kurdan, nirx, paşeroja Tirkiyeyê û rûmeta gelên Tirkiyeyê jî têne tune kirin. Li nava Tirkiyeyê bi nijadperestî û neteweperestiyê, li derve jî bi mezhebperestî û dijminatiyê civaka Tirkiyeyê xistiye nava metirsiyên mezin. Gelên Tirkiyeyê vê heq nakin û ne mehkûmî mejî û siyaseteke bi vî rengî ye. Divê ji tifaqa AKP-MHP'ê û şefê wê yê faşîst û nijadperest Tayyîp Erdogan rizgar bibe. Ev pêkan e û armanceke dema nêz e. Ji bo pêkanîna vê yekê divê her kes hîn bêhtir têbikoşe.

HER KU ERDOGAN HAT DIVÊ LI QADA VALA BIAXIVE

Lewma em xelkê Amedê ji ber vê helwesta xwe ya bi wate û bi rûmet careke din ji dil pîroz dikin û silav dikin. Girîng e xelkê Bakurê Kurdistanê vê helwesta xelkê Amedê ji xwe re bike mînak û li dijî faşîzmê helwesteke hîn zelal û bi biryar nîşan bide. Êdî AKP-MHP û şefê wê yê faşîst Tayyîp Erdogan her ku hate Kurdistanê divê ji qadên vala re biaxive. Divê gelê Kurdistanê li dora xeta têkoşînê yekîtî û berxwedana xwe mezintir bike û faşîzma AKP-MHP'ê hilweşîne."