ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- HPG'ê ragihand ku êrîşên bi çekên kîmyewî li hemberî wan hatiye kirin, lê dewleta Tirk înkar kir. Dewleta Tirk dîmenê maskeyên gazê, tupên oksîjenê weşand. Gelo ev dîmen têne çi wateyê?

- Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur got, "Bêrîtan li dijî teslîmiyetê pêşengî ji xeta berxwedanê re kir û piştî şehadeta wê, Rêber Apo fikrê artêşbûna jinê afirand."

- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser plana qirkirinê ya AKP-MHP'ê ya li ser Elewiyan û got, "Dixwaze Elewiyan teslîm bigire û asîmîle bike."

- Enternasyonalîstê Emerîkî Agir destnîşan kir ku li gel zext û êrîşan jî Şoreşa Rojava di nava 10 salan de civaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê gihand asteke welê ku veger jê nîne.

- Necîbe Qeredaxî diyar kir ku afirînerê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku îro weke şoreşekê li cîhanê deng daye, Abdullah Ocalan e ku dibêje, "Azadiya civakê tenê bi azadiya jinê dibe. Jineke azad dikare civakeke azad ava bike."

- Navenda Kombûna Jinê ya Ûtamara bi dirûşma "Em bi çanda xwe nasnameya xwe nas bikin" kampeke perwerdeya govendê ya ji bo 3 rojan lidar xist.