KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê qetlîamek kir - HATE NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê bombe li sivîlan barand. Qaymeqamê Zaxoyê Muşîr Beşîr ragihand ku 8 tûrîstên Ereb hatine kuştin û 17 kes jî birîndar bûne. -
Li ser sînorê Bane şer derket: 2 pasdarên Îranê mirin
Hat ragihandin ku îro siharê li sînorê bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di navbera pasdarên Îranê û hêzên opozîsyona Îranê de şer qewimiye. Di encamê de 2 pasdarên Îranê hatine kuştin û yek jî birîndar bûye. -
Fatîh: Temenê min 74 sal e ji min re serfirazî ye ku li dijî dagirkeran şer bikim
Kesayetiyê şoreşger û navdar ê Başûrê Kurdistanê Şêrzad Fatîh got; “Ji bo li hemberî dagirkeriyê bi awayeke yekgirtî bisekinin, lidarxistina kongreya netewî girîng e, ji ber ku tenê bi yekîtiya gelê me ve dikarin nasname û hebûna xwe ji tunebûnê biparêzîn -
Malbata Şenyaşar 33 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin bi bîr anî
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin, têkoşîna xwe ya edaletê didomînin, 33 kesên ku 7 sal berê li Pirsûsê hatin qetilkirin, bi bîr anî. -
Kompanyaya Çetir û Rojnews: Em ê rastî û heqîqetê bişopînin
Kompanya Çetir û Ajansa Rojnews li ser gef û zextên Parastin û MÎT’a Tirk a li ser karê wan û rojnamevanan diyar kir ku ji ber ew karê rojnamevaniyê dikin, gendelî û dagirkeriyê teşhîr dikin zext li wan tê kirin û got “Em ê rastiyê û heqîqetê bişopînin.” -
Va ye dîmenê cenazeyê leşkerê Tirk Nacî Kaygisiz
HPG’ê berê diyar kiribû cenazeyê leşkerê Tirk Nacî Kaygisiz ê ku di nav hêzên taybet ên artêşa Tirk de ye di destê wan de ye. HPG’ê dîmenê cenaze weşand. -
Stargeha Berxwedanê: Çiyayê Şengalê
Gelek caran sînga Çiyayê Şengalê bûye qada şer û berxwedaniyê. Di fermana dawî de jî Çiyayê Şengalê bû sitargeha Êzidiyan. Dayê Kinê hezkirin û girêdana xwe ya bi çiya wiha pênase dike, “Em di çiyayên xwe de disitirin, ne çiya be em nasitirin.” -
HPG’ê fermandarên fedaî bi bîr anî
HPG’ê di salvegera şehadeta wan de 3 gerîla bi bîr anî û got “Em sozê didin ku em ê bîranîna wan bikin hinceta têkoşîneke geştir.” -
Rêheval Xemgîn, pêşengê ked û jiyana dilnizm
Egîd, di hembêza çiyayan de bi berdewamî tola mafê sêwiyan, ji diz û xayinan distînin. Xemgîn Amed ê egîd jî di vê demê de, wexta ji bo parêzvaniya sêwiyan di nava şer de bû ket nava axa sor. -
‘Êrîşa li ser parçeyekî tê wateya êrîşa li ser hemû Kurdistanê’
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Ahmet Kaya got “Divê êrîşa li ser parçeyekî em wekî êrîşa li ser hemû Kurdistanê bibînin.” -
KCK: Em ê hêviya hevbeş a jiyana azad a şehîdên Pirsûsê pêk bînin
KCK’ê ragihand ku berpirsyariya ciwana ew e ku têkoşîna Şehîdên Pirsûsê pêşve bibe û got: “Ji bo têkoşîna dîrokî ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê tê meşandin bigihêje serkeftinê hewceye di xeta Şehîdên Pirsûsê de bên cem hev û têkoşîna hevpar mezintir bikin.” -
Salvegera Şoreşa Rojava li Silêmanî bi coş hate pîrozkirin
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Silêmanî sala 11’an a Salvegera Şoreşa Rojava bi şahiyekê pîroz kir. -
Ji HPG'ê daxuyaniya rastkirinê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî daxuyaniya 17’ê Tîrmeha 2022’an daxuyanike rastkirinê da. HPG'ê got, ''Hevrê Merwan Baz ku me bi şehîdî ragihandibû, şehîd nebûye û li ser erka xwe ye.“ -
Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 5’emîn hat vekirin
Derbarê Emîne Şenyaşar ku malbata wê ji aliyê xizm û parstvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hat qetilkirin, ji xala 301’emîn a TCK’ê ku heta du salan cezayê girtîgehê jê re tê xwestin, doz hat vekirin. -
Partiyên Kurdistanî: Erşed Salihî provokasyonê dixe nav pêkhateyên Kerkûkê
Partiyên Kurdistanî yên bajarê Kerkûkê ji ber hewldana derxistina provokasyon û têkdana bi hev re jiyana gelan, doz li Erşed Salihî vekirin. Salihî wekî bi zilamê Tirkiyeyê tê naskirin. -
Bernameya bibîranîna salvegera Fermana Êzidiyan a 3’yê Tebaxê hat eşkerekirin
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bernameya çalakiyên 3’yê Tebaxa salvegera Qetlîama Êzidiyan a bi destê çeteyên DAIŞ’ê hat kirin, eşkere kir. -
HPG: 14 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin
Di çalakiyên tîmên gerîla yên bi tevger de 14 leşkerêrn Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin û derb li helîkopterekê hate xistin. -
Bereya Piştevaniya bi Rojava re: Ezmanê Rojava ji balafiran bigirin
Bereya Piştevaniya bi Rojava re li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bang li civaka navneteweyî kir ku qada hewayî ya Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo firîna balafiran bigire û rê nede dagirkeriyek mîna Efrînê pêk bê. -
Malbatên girtiyan li ber girtîgehê nobeta xwe domandin
Malbatên girtiyan ên li Amedê li pêşiya girtîgehê Nobeta Edaletê domandin. -
Fermandarê HPG’ê Awyer, li Wanê hate definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hewram Awyer ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku dawiya meha Gulanê di li Çiyayê Bagokê di şer de şehîd bû, li Wanê hate definkirin. -
HBDH’ê li Amedê li qereqolekê da
Milîsên Taylan Demîrcîoglû yê HBDH’ê li Baglara Amedê li qereqolekê dan. -
Li Qereçoxê li dijî DAÎŞ’ê operasyonek berfireh destpê kir
Artêşa Iraqê, li Çiyayê Qereçoxê yê navçeya Mexmûrê li dijî DAÎŞ'ê dest bi operasyoneke berfireh kir. -
Fîlîz Bûdak: Şoreşa Rojava nîşan da ku pergala neteweya demokratîk ne xeyal e
Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk Fîlîz Bûdak diyar kir ku bingeha Şoreşa Rojava di salên 1980’an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye danîn û got ku Şoreşa Rojava li dijî pergala kapîtalîzmê berxwedana neteweya demokratîk îfade dike. -
'Şikandina êrîşan wê bibe destpêka têkçûna dagirkeriya li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê'
KONGRA-GEL salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir û destnîşan kir ku di vê demê de şikandina êrîşên dewleta Tirk wê bibe destpêka têkçûna dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê. -
Karayilan: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî wê teqez bi ser bikeve
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bal kişand ser girîngiya Şerê Gel ê Şoreşgerî û got, "Eger gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vê îradeyê şer bike, wê bersiva pêwîst bidin destdirêjiya dewleta Tirk û teqez wê bi ser bikevin."