Li gelek bajaran ji ber Cejna Qurbanê gorên kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin.
ÎZMÎR
Ji ber Cejna Qurbanê li Îzmîrê di pêşengiya Komeleya Xizmên Windayan (ANYAKAYDER) de gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin.
Rêvebera ANYAKAYDER'ê Zarîfe Karasûngûr li ser gora Mûstafa Bûdak ê ku di sala 2015'an de di Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da de axivî û got, "Em bi alên spî çûn û bi cenazeyan vegeriyan. Em hemû şehîdan bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku ala ku li pey xwe hiştine hildin."
Gora Denîz Poyraz ê ku di sala 2021'an de di êrîşa li dijî Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê de hat qetilkirin, hat bîranîn. Ji Meclîsa HDK'ê ya Îzmîrê Erhan Morkoç li bîranînê axivî û gotinên dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz bibîr xist ku gotibû; 'Eger deh Denîz hebûna, ji bo aştiyê ez ê wan feda bikim' û wiha got: "Em careke din soz didin wê ku heta aştiyeke bi rûmet pêk were em ê têbikoşin."
Dayika Aştiyê Behiye Yalçin li ser gora Dîlan Kortak a li Stenbolê hat qetilkirin axivî û diyar kir ku Alî Haydar Kaytan, Riza Altun û Sirri Sureyya Onder şehîdên şoreşê û Kurdistanê ne û got, "Em li benda mizgîniya aştî û azadiyê ne. Bila êdî dilê dayikan neşewite."
EDENE
Di pêşengiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên ku hezkiriyên xwe li Herêma Akdenizê (AKKAY-DER) bi boneya Cejna Qûrbanê li taxên Kuçukoba, Asrî, Buruk, Akkapi, Ceyhan Asri û Mutlu yên navçeyên Ceyhan, Yuregîr û Seyhanê, gorên kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin.
Girseya gel ewilî serdana Goristana Kuçukoba ya li navçeya Seyhanê kir û yek bi yek serdana goran kir. Di ziyaretan de di deqeyek rêz hat girtin de dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Hat diyarkirin ku wê têkoşîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bên bilindkirin û aştî bê vî welatî. Di serdanê de gorên rojnameger Kadrî Bağdu, Volkan Eryiğit û Metîn Alataş jî hatin ziyaretkirin.