KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG'ê nasnameya 2 fermandarên ku şehîd bûne, eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 fermandarên şehîd bûne eşkere kir û got, "Hevrêyên me Egîd û Armanc bi îdîa û biryardariyeke mezin li gel şert û mercên herî giran wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bi serketî bi cih anîn." -
Girtiyê nexweş Kaynar ê berî 2 mehan hate berdan, jiyana xwe ji dest da
Girtî Ehettîn Kaynar ê 73 salî ku li girtîgehê bi nexweşiya kanserê ket û beriya 2 mehan hate berdan, jiyana xwe ji dest da. -
Careke din hate dîtin ku dewleta Tirk sûcê şer kiriye
Li Werxelê di meha Gulanê de sê rojan bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êrîşek hatibû kirin, di vê êrîşê de 6 gerîla hatibûn şehîdxistin. Di heman demê de li Kurojahro dîmenê 2 gerîlayên jî hatibû weşandin ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar anîbû. -
Fûad Bêrîtan: Şoreş bi dirûşma jinên Kurd gur bû
Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan diyar kir ku gelê Rojhilatê Kurdistanê bi salan e êşa desthilatdariyeke teokratîk dikişîne, niha kêr gihîştiye hestî û destnîşan kir ku şoreş bi dirûşma jinên Kurd gur bû û paradîgmaya dewletê têk bir. -
Dewleta Tirk şopa tiliyên Geveriyên digire
Polîsên Tirk li Geverê li nava malan digerin û şopa tiliyê mirovan qeyd dikin. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede anî ziman ku ev kiryar li dijî qanûnê ye û got, "Bi vê yekê dixwazin şêniyan hemûyan deq bikin." -
Qadên Berxwedanê 20 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 9 caran bi bombeyên qedexekirî û 11 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Qadên Berxwedanê 9 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran hatin bombekirin. -
Milîsên HBDH'ê li Amedê çalakî kirin
Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê li Amedê li hemberî şîrketeke piştevanê AKP'ê çalakî lidar xistin. -
Dîmenê çalakiya sekvaniyê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sekvaniyê ya hêzên YJA Starê weşand. -
Omer Hacî Hisên: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya gelek pirsgirêkan e
Siyasetmedar Omer Hecî Hisên bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan û got, "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di serî de pirsgirêka Kurd wê bike ku gelek pirsgirêk di çarçoveya neteweya demokratîk de çareser bibin." -
Babûr: Divê girtiyên nexweş hemû bêne berdan
Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Edîbe Babûr diyar kir ku berdana Aysel Tûglûk ew kêfxweş kirin, lê belê divê girtiyên nexweş hemû bêne berdan ku rewşa 618 ji wan giran e. -
Gefa kuştinê li parlamenterê HDP’ê Ozguneş xwarin
Ji ber salvegera qeyûma li ser Şaredariyê Cizîrê daxuyanî hat dayîn. Di dema daxuyaniyê de polîsên Tirk, gule avêt Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş. -
Êrîşên bi çekên kîmyewî li Binarê Qendîlê hat protestokirin
Li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li hemberî gerîla bikartîne, li Binarê Qendîlê çalakiyek hat lidarxistin. -
HPG: Du dagirker hatin cezakirin
Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de du dagirker ceza kirine. -
Kedkarê çapemeniya azad Qedrî Kaya hate bîranîn
Mamoste Qedrî (Qedrî Kaya) yê ku demeke dirêj ked da çapemeniya Kurd di salvegere wefata xwe de hate bîranîn. -
HPG: Fermandarên me yên pêşeng Nevzat, Piling û Sîpan şehîd bûn
Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku di 30’ê Îlona 2022’an de li Botanê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de gerîlayên bi navê Tûrgût Oslû (Nevzat Şervan), Emrûllah Tûncer (Piling Qoser) û Sîpan Cûdî şehîd bûne. -
Çekên qedexe yên termobarîk li dijî gelê Kurd tê bikaranîn
Çekên termobarîk ku weke bombeya vakum jî tê zanîn û li gorî Peymana Cenevreyê qedexe ye; bûye çeka dewleta Tirk ku li Kurdistanê bikar tîne. -
‘Ji bo Şengaleke Xweser em ê têbikoşin’
Rêveberiya Xweser ya Demokratik ya Şengalê encamnameya civîna xwe ji bo raya giştî û hikumeta Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand. -
Baregehên leşkerî xwezayê jehrî dikin
Li Colemêrgê ava kanalîzasyonê û çopa leşkergehan xwezayê qirêjî dikin. Ji ber qirêjbûna avê, nexweşî jî zêde dibin. -
Jinên Êzidî ji Mîrê Êzdiyan xwest ku li dijî êrîşan bibe xwedî helwest
Mîrê Êzidiyan Hazim Tehsîn Beg, serdana Goristana Şehîdên Berxwedana Şengalê kir. -
Dagirker bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş dikin
Dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêçare maye, bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş dike. -
Li Rojhilatê Kurdistanê gel li ser piyan e
Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Bi taybetî li bajarên Kurdan çalakî mezin dibin. Li gorî Rêxistina Efûyê ji êvara Çarşemê ve herî kêm 8 kes hatin qetilkirin. -
Dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Girê Amediyê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Girê Amediyê weşand, ku 11'ê Tebaxê bi çekên giran hate lidarxistin û di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin. -
Dersên Kurdî nîne, dersên olî li zarokên Kurd ferz dikin
Dersên hilbijartî yên bi Kurdî, ku hikumeta AKP-MHP'ê beriya bi du salan pê pesnê xwe dida, li Wanê ji ber astengiyên hikumeta AKP-MHP'ê bi cih nayên anîn. Li şûna dersên Kurdî li dibistanan dersên olî li ser xwendekaran têne ferzkirin. -
Ferît Şenyaşar: Mirovên xwedî wijdan nikarin li ber daxwaza 'edaletê' bêdeng bimînin
Nobeda Edaletê ya Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar sibe dikeve roja 600'î. Ferît Şenyaşar got, "Li Tirkiyeyê edalet nîne. Dadgerî bi rengekî adîl tevnagere. Dixwaze me bêzar bike. Edalet ji bo her kesî pêwîst e." -
Hevserokê HDP’a Çêlikanê Huseyîn Uzun hate girtin
Hevserokê HDP’a Çêlikanê Huseyîn Uzun ku hatibû destgîrkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.