KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xelkê Şengalê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiya
Xelkê Şengalê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiya û got, "Em ê heta dawiyê xwedî li xaka xwe derkevin û planên koçberkirinê têk bibin." -
HPG'ê 6 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê nasnameya 6 gerîlayan eşkere kir ku sala 2016'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn û got, "Em careke din soz didin ku berxwedana bi rengê fedaî hatiye hûnandin bi ser bixînin." -
Zîlan Avrîn qala şerê li tunelan kir
Zîlan Avrîn yek ji wan gerîlayan e ku 47 rojan li Tunelên Şer ên li Şehîd Berxwedan li ber xwe da. Zîlan Avrîn ji ANF'ê re qala hovîtiya dewleta Tirk a li leşkerên xwe û ruhê fedaî yê gerîla kir. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Hekarî weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî weşand. Di vê çalakiyê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatibûn cezakirin. -
Wênevanê çiyayên azad: Kendal Azad
Kendal Azad fermandarekî gerîla bû ku li çiyayên azad wêne çêdikir. Beriya ku li Botanê şehîd bikeve digot, "Dixwazim wêneyê welatekî welê çêbikim ku tenê bi xeyalan mirov dikare xwe bigihîne û bi fikir dikare ava bike." -
Meclîsa Şengalê: Êrîş operasyona hevpar a MÎT’ê û PDK’ê ye
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bertek nîşanê êrîşa berpêyî şengalê da û got ku êrîş, operasyona hevpar a MÎT’ê û PDK’ê ye. Meclîsê, banga tevlêbûna meşa wê ku sibehê li dijî êrîşê bê lidarxistin kir. -
Konferansa YXA ya 3'yemîn li Mexmûrê bi dawî bû
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 3’yemîn Konferansa Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) ku danê sibehê destpêkiribû, bi hilbijartina hevberdevkên YXA’yê bi dawî bû. -
Dewleta Tirk navenda Şengalê bombebaran kir: 1 şehîd, 1 birîndar - HATE NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker, bi balafirên biçek ên bêmirov, wesayîtek li Taxa Elnisir a Navenda Şengalê bombe kir. Di encama bombebaranê de ciwanê bi navê Mihsîn Şemo şehîd bû û welatiyek jî birîndar bû. -
Gerîlayan cenazeyê leşkerekî desteser kirin
Gerîlayên azadiya Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Girê FM gelek leşker ceza kirin. Di çalakiyê de cenazeyê leşkerekî desteser kirin. -
Dewleta Tirk êrîşên bi çekên kîmyewî didomîne
HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên bi çekên kîmyewî didomîne û got “Artêşa Tirk a dagirker di 2’ê Mijdarê de Qadên Berxwedanê 14 caran bi bombeyên qedexe û 12 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir.” -
Li ser rêya Amed-Elezîzê li dijî wesayîta polîsan çalakiyek hate lidarxistin
Yekîneyên Tolhildanê li ser rêya Amed-Elezîzê li dijî wesayîta polîsan çalakiyek li dar xist û peyama "Em ê nehêlin dijmin bêhnê bistîne" da. -
Ciwanên Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya hikumeta Iraqê meşiyan
Ciwanên Şengalê bi meşekê li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabûn û bêdengiya hikumeta Iraqê şermezar kirin. -
Konferansa YXA ya 3'yemîn li Mexmûrê destpê kir
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Konferansa 3'yemîn a Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) destpê kir. -
Arjîn Niştiman: Li dora îdeolojiya rizgariya jinê bibin yek û xwe biparêzin
Gerîlaya HPJ'ê Arjîn Niştiman bang li jinên Kurd, Fars, Ereb, Azerî û Belûc kir ku li dora îdeolojiya rizgariya jinê bibin yek û destnîşan kir ku divê jin mafê xwe yê xweparastinê bi kar bînin. -
Heta fîşeka dawî, heta nefesa dawî
Masîro Amed di dema nobedê de gava ku dît artêşa Tirk nêzî tunelên şer dibe, dest li wan werda, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir. -
Li Wanê xefika AKP, cerdevan û axayan: Bazirganiya narkotîk û fûhûşê
Di bazirganiya narkotîk û fûhûşê de Wan piştî Stenbol û Edeneyê bûye bajarê sêyemîn. Ji ber ku axayên hin eşîran, cerdevan û çawişên pispor li pişt hene, bazirganiya narkotîk û fûhûşê ewçend bi hêsanî li Wanê tê kirin. -
Li hemberî çekên kîmyewî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Nimreya 1’ê ya Amedê li hemberî çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Greva girtiyan didome. -
Sûcê şer ê dewleta Tirk dewam dike
HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 3 caran bi bombeyên qedexekirî, 7 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir." -
Malbatan nerazîbûn nîşanî 'dijminatiya' li girtiyan dan
Malbatên girtiyan ku li Amedê ji bo berdana girtiyên nexweş di Nobeda Edaletê de ne, nerazîbûn nîşanî 'dijminatiya' li girtiyan dan. -
Karayilan: Em ê tola hevalên xwe bistînin
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk ji bo şikandina berxwedana gerîla bikaranîna çekên kîmyewî wekî metodekê daye ber xwe û got “Wê dagirker tu carî negihêjin armanca xwe.” -
HPG: Bi fedaîtî şer kirin û bûn pêşengên berxwedanê
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Hevrêyên me Rêvan, Xwînda, Êrîş, Reşît û Mem li dijî êrîşên bi rêbazên qirêj ên dijmin bi fedaîtî şer kirin û bûn pêşengên berxwedanê." -
Tîmên Tolhildanê li hemberî êrîşên kîmyewî çalakî kirin
Tîmên Tolhildanê li dijî êrîşên kîmyewî li Amedê çalakiyên rêgirtinê lidar xist û peyama “Bêdengmayîn sûc e” dan. -
Jinên Şengalî: Bi êrîşan hewl didin pêşî li vegera Şengaliyan bigirin
Jinên Şengalî bal kişandin ser vegera xelkê Şengalê ya li warê xwe û diyar kirin ku ji ber vê dema dawiyê veger zêde bûye, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê êrîşên xwe zêde kiriye. Jinan gotin, wê heta dawiyê li dijî van pîlanan li ber xwe bidin. -
Nameyên Rûken Zelal û Sara Tolhildan ên ku çalakiya fedaî kirin
Rojnameya Serxwebûnê nameyên gerîla Sara Tolhildan (Dilara Urper) û Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) weşand, ku li navçeya Mezîtlî ya Mersînê di 26’ê Îlona 2022’an de li hemberî navenda polîsan çalakiya fedaî kirin. -
Komek ji xwendekarên zanîngeha Sine tevlî nava refên gerîla bû
Di vê pêvajoyê de ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo guhertin, demokrasî û azadiyê gel rabûne ser piyan, komek ji ciwanên Rojhilatê Kurdistanê yên li zanîngeha Sine dixwendin, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê.