Di lêpirsîna têkildarê êrîşa li dijî Mamoste Şemal de kesek hatiye girtin

Endamê Desteya Rêvebir a Tevgera Azadî Suheyl Xurşîd (Mamoste Şemal) bi sûîkastê hatibû qetilkirin. Derket holê di çarçoveya lêpirsîna derbarê qetilkirina Mamoste Şemal kesek hatiye girtin.

Di 28’ê Tebaxa 2022’yan de dîroknas, lêkolînvan û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Suheyl Xurşîd (Mamosta Şemal) li Kifrî ber derê mala xwe hatibû qetilkirin.

Di 5’ê Cotmehê de çavkaniyek leşkerî ku ji ber hestiyariya dosyayê nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rojnewsê re got, piştî bûyerê di nava 24 saetan de kesên êrîş kirine hatine naskirin û ji aliyê asayîşa Kifrî û bi hevkariya hêza Operasyonan a Asayîşa Silêmaniyê li Kerkûkê kesek hatiye destgîrkirin. Li Daqûqê jî wesayîta ku bi kar anîne hatiye desteserkirin.

Piştî êrîşê du rojan hinek saziyan diyar kiribûn ku kujer Endamê Eniya Tirkmenan e û piştî ku ji Kifriyê vegeriyaye Kerkûkê wesayîta xwe li Daqûqê hiştiye.

Çavkaniyê diyar kir ku kujer ji ber sûcê ‘kuştina bi qestî’ hatiye girtin lê piştre doz ketiye nav dosyeya ‘sûcên terorê’. Nehate diyarkirin ku çima girtina kujer hatiye veşartin.