Çalakiyên tolhildan û silavkirinê yên gerîla: 28 dagirker hatin cezakirin

Ji bo silavkirina salvegera şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û tolhildana gerîlayên ku di êrîşa kîmyewî de şehîd bûne çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de; 28 dagirker hatin cezakirin, 7 konên leşkerî û çeperek hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî da:

“Hêzên me bi pêşengiya tîmên bi tevger ên YJA Starê çalakiyên bi bandor li dar xistin. Ev çalakî ji bo silavkirina salvegera şehadeta fermandara me ya nemir hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku sembola artêşa me ya jin e û ji bo tolhildana hevrêyên me yên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, hatin lidarxistin.

Di encama çalakiyên hêzên me de; 28 dagirker hatin cezakirin, 11 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de 7 konên leşkerî û çeperek hatin rûxandin.

Artêşa Tirk a dagirker; 3 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kiriye.

Agahiyên li ser çalakiyên ku hatine kirin û êrîşên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

22’ê Cotmehê di saet 07:30’an de tîmên me yên bi tevger bi taktîka sûîqestê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a Sîda dan, dagirkerek hate cezakirin.

22’ê Cotmehê saet 09:00’an li Qada Berxwedanê ya Çemço 2 dagirker ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hatin kontrolkirin. Dagirkerên ku ketin konê leşkerî bi çekên giran hatin gulebarankirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, konê leşkerî hate rûxandin.

22’ê Cotmehê di saet 16:00’an de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

22’ê Cotmehê saet 16:30’î tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi taktîka sûîqestê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemço dan. Bi taybetî sekvanek hate hedefgirtin û ew dagirker hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Meraş ya Cenga Xabûre de;

22’ê Cotmehê saet 06.00’an tîmên me yên bi tevger li dijî dagirkerên ku ewlekariya rêya ku bi armanca dagirkirinê li Qada Berxwedanê ya Girê FM tên çêkirin digirtin, çalakiyek vedizînê pêk anîn. Baskê yekemîn ê çalakiyê; ji nêz ve bi bombeyên destan li dagirkeran xistin, 4 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Baskê duyemîn ê çalakiyê; bi çekên ferdî û bombeyên destan li dagirkeran xistin, 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de ku tîmên me yên bi tevger bi hostayî şêwaz û taktîkên gerîlayên profesyonel ên serdema nû meşandin; 7 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

22’ê Cotmehê di saet 06.00’an de tîmên me yên bi tevger li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çalakiyeke gerîlayî ya koordînekirî lidarxistin. Di çalakiya ku bi taktîka êrîşê ji sê baskan ve hat lidarxistin de 5 konên dagirkeran hatin rûxandin, 9 dagirker hatin cezakirin û 8 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkerên ku xwestin destwerdana qada çalakiyê bikin jî bi çekên giran û taktîkên sûîqestê hatin gulebarankirin. Hate diyarkirin ku di van çalakiyan de jî 2 dagirker hatine cezakirin. Di vê çalakiya ku bi cesareteke bilind û ruhê êrîşê hate lidarxistin de; 11 dagirker hatin cezakirin û 8 dagirker jî birîndar bûn. Saet di 08:30’an de hêzên dagirker ên xwestin destwerdana qada çalakiyê bikin ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve derbên giran li wan hatiye xistin û destwerdana li qada çalakiyê hatiye astengkirin.

22’ê Cotmehê saet 10.00’an tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi taktîka sûîqestê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xistin, dagirkerek hate cezakirin.

22’ê Cotmehê saet 15.00’an konê leşkerî yê dagirkeran a li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran hate rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

22’ê Cotmehê saet 15:30’î tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan a Xakurkê xistin.

22’ê Cotmehê saet 16.00’an tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan a Xakurkê dan. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate rûxandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 23’ê Cotmehê de Qada Berxwedanê ya Çemço 3 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.

Di 22’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Saca, Girê FM û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, tank, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

Di 22’ê Cotmehê de artêşa TC’ê ya dagirker bi kepçeyan hewl da çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.