Karkerên bendera Marsîlyayê barkirina çekên ku wê biçin Îsraîlê red dikin

Li Bendera Marseille-Fos a li başûrê Fransayê karkerên benderê bi hinceta ku perçeyên çeka reşaşe têde ne, barkirina konteynera ku wê diçe Îsraîlê red kirin.

Biryara berxwedanê bi daxuyaniya ji aliyê Sendîkaya Karkerên Benderê ya CGT’ê ve hatî dayîn, hate ragihandin.

Li gorî sendîkayê di konteynerê de 19 palet perçeyên ku guleyên çeka reşaşe bi hev ve girê dide yên li Marsîlyayê ji aliyê şîrketa Eurolinks ve hatine hilberandin hene. Dihat plankirin ku ev perçeyên çekan ji bo Bendera Hayfa ya Îsraîlê re were şandin.

Sendîkaya CGT’ê diyar kir ku ev cure sewqiyat ‘komkujiya Îsraîlê ya li ser Xezeyê bi rê ve dibin’’ û ev yek hate gotin: ‘’Divê Bendera Marseille-Fosê  ji operasyonên ku gelekî tune dikin re piştevaniya lojîstîkî neke.’’

Karkerên benderê dan zanîn ku wan piştî ku konteyner tespît kirine biryara nebarkirinê dane û hem kardêrên xwe hem jî kesên rayedar agahdar kirine.

Şîrketa Eurolinksê beriya niha di daxuyaniyeke Wezîrê Parastinê yê Fransayê ya Adara 2024’an de di lîsteya şîrketên ku perçeyên çekan difiroşe Îsraîlê de cih girtibû. Wezaretê jî anîbû ziman ku ev firotin bi armanca ‘’hinardeya ji nû ve ‘’ hatiye kirin.

CGT’ê di daxuyaniya xwe de got: ‘’Em aligirên aşitiya gelan in. Em naxwazin bibin perçeyeke tu şer, hilweşandin û koçkirinan.’’