Rêxistinên girseyî yên demokratîk: Divê derbarê êrîşên kîmyewî de lêpirsîn bê vekirin

Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Rihayê bang li saziyên navneteweyî kirin ku li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk lêpirsînê vekin.

Li Rihayê rêxistinên girseyî yên demokratîk li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla daxuyanî dan. Di civîna ku li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Rihayê pêk hat de, Platforma Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê yên Şaxa Rihayê (KESK), Lijneya Koordînasyona Bajêr (ÎKK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Înîsiyatîfa 78'an, Komeleya Jin Jiyan, Komeleya Elewiyên Rihayê, Komeleya Nivîskarên Mezopotamya (MYD) û Nûnerên Baroya Rihayê amade bûn.Her wiha Rêveberên rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Rihayê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê saziyan Hevserokê OHD'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke daxuyanî da û diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî li gorî peyman û protokolên navneteweyî qedexe ye û got, "Di çapemeniya dîjîtal û dîtbarî de operasyonên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Iraqê ji sala 2021’an vir ve nîşan dide ku madeyên kîmyewî hatine bikaranîn. Dîmenên herî dawî yên di çapemeniyê de jî van îdîayan xurtir dikin. Ji sala 2021’an vir ve car caran nûçeyên bikaranîna çekîn kîmyewî ketiye rojev ê. Îdîa hene ku Tirkiye li dijî peymanên navneteweyî yên ku ew alîgirê wan e tevdigere. Ev geşedan di nava gelê herêmê de dibe sedema gumanên mezin û rê li ber qetlîamên muhtemel vedike."

Oyke bertek nîşanî lêpirsîna der barê Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Pispora Tiba Edlî Prof. Dr.Şebnem Korur Fincancî de ji ber îfadeyên wê yên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de hatiye destpêkirin da û got, "Dr. Fîncancî wek pispora tibê erka xwe ya wîjdanî pêk aniye. Ji ber wê em qebûl nakin ku ji ber daxuyaniya daye bibe hedef.”

Oyke, da zanîn ku qanûna ku weke "Qanûna Sansûrê" tê pênasekirin ku rojên borî di Rojnameya Fermî de hat weşandin, agahî girtin û azadiya çapemeniyê sînordar dike û wiha berdewam kir, “Em van sînordarkirinên li ser hemû qadên jiyanê tên ferzkirin qebûl nakin. Em li vir careke din dubare dikin ku li gel van pêkanînên dijhiqûqî jî lêgerîna maf, azadî û edaletê nayê rawestandin. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer û sûcê mirovahiyê ye. Tevî hemû qedexe û sansûrê jî em ê bi bêdengiyê nebin şirîkê vî sûcî.”

Hevserokê OHD'ê yê Şaxa Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke got, "Di serî de em bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Neteweyên Yekbûyî, saziyên navneteweyî dikin ku divê demildest di der barê kesên ku madeyên kîmyewî bikartînin, piştgirî dikin û diguhezînin de lêpirsîn bidin destpêkirin. Her wiha divê lêpirsîna derbarê Dr. Şebnem Korur Fîncancî de hatî destpêkirin bê betalkirin û qanûna sansûrê ya ku azadiya çapemeniyê û azadiya raya giştî asteng dike bê rakirin.”