HPG: 14 dagirker hatin cezakirin, derb li 2 helîkopterên Skorsky hate xistin

Tîmên bi tevger bi wesîleya salvegera şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li 2 helîkopterên Skorsky û çeperekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî parve kir:

"Tîmên me yê bi tevger ji bo bîranîna salvegera çalakiya dîrokî ya sembola artêşbûna me ya jinê fermandara me ya nemir hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyên hêzên me de 14 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Di heman demê de derb li 2 helîkopterên Skorsky û çeperekê hate xistin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 7 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 86 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe kir. Dewleta Tirk û gelek rayedarên wê bêyî ku li ber xwe bikevin li pêşiya raya giştî ya cîhanê derewan bike û bikaranîna çekên kîmyewî înkar bike jî hîn jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîşan dike.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

21'ê Cotmehê saet di 21:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger xwe berdan nava dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir û ji nêz ve lê dan. Hevrêyên me ku bi ruhê êrîşê yê bilind û wêrekiyeke mezin bi ser dagirkeran ve çûn û bi bombeyên destan û çekên ferdî lê dan, 8 dagirker ceza kirin.

22'ê Cotmehê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Aryen xistin û derb li çeperekê xistin.

23'ê Cotmehê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Botan. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

23'ê Cotmehê saet di 15:50'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, li hemberî dagirkerên ku dixwestin bikevin nava çeperên şer ên li Şehîd Bahoz, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran çalakî kirin û dagirkerek ceza kirin, yek jî birîndar bû.

23'ê Cotmehê saet di 20:50'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran lid agirkeran xistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

23'ê Cotmehê bi şev li Qada Berxwedanê ya Sacayê helîkopteran xwestin hêzên xwe li qadê deynin, tîmên me yên bi tevger lê dan. 2 helîkopterên Skorsky yên derb ji hêzên me xwarin bêyî ku karibin hêzên xwe li qadê deynin neçar man ji herêmê biçin. Di heman demê de tîmên me yên bi tevger li dagirkerên li qadê xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

23'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çeperên şer ên Şehîd Yûnûs, li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê çeperên şer ên li Şehîd Botan û Şehîd Bahoz, li Qada Berxwedanê ya Sîdayê çeperên şer ên li Şehîd Felat 7 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

23'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, dagirkeran droneyên mezin bi kar anîn û bi çekên lav 4 caran bombe li çeperên şer ên li Şehîd Botan barandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

23'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Kurojahro, Şehîd Fedakar, Saca, Girê Hakkarî, Girê Cûdî û Girê Amediyê 86 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

23'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê FM û Girê Cûdî bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.

23'ê Cotmehê dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Karker hewl dan bi kepçeyan çeperên şer hilweşînin."