5 şaredarên din ên CHP’yî ji erka xwe hatin dûrxistin

5 şaredarên din ên CHP’yî yên di çarçoveya lêpirsna gendeliyê ya li Stenbolê de hatibûn girtin, ji aliyê Wezareta Karên Hundirîn ve ji erka xwe hatin dûrxistin.

Li gel van 5 şaredaran hejmara şaredarên CHP’yî yên ji erka xwe hatine dûrxistin, gihîşt 11’an.

Şaredarên ku ji erka xwe hatine dûrxistin ev in:

- Serokê Şaredariya Avcilarê Ûtkû Camer Çaykara

- Serokê Şaredariya Buyukçekmeceyê Hasan Akgun

- Serokê Şaredariya Gazîosmanpaşayê Hakan Bahçetepe

- Serokê Şaredariya Ceyhanê Kadîr Aydar

- Seroka Şaredariya Seyhanê Oya Tekîn

Ev şaredarên CHP’yî di çarçoveya lêpirsîna derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) û Şaredariya Beşîktaşê û Şaredariya Buyukçekmeceyê de piştî ku hatibûn binçavkirin, hatibûn girtin.

Beriya wê jî tevî ku Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer û Serokê Şaredariya Şîşliyê Resûl Emrah Şahan ên CHP’yî di çarçoveya ‘’Lihevkirina Bajêr’’ de hatibûn hilbijartin jî ji erka xwe hatibûn dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatibû tayînkirin.

Şaredarên din ên CHP’yî yên ji erka xwe hatine dûrxistin ev in: Serokê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû, Serokê Şaredariya Beşîktaşê Riza Akpolat, Serokê Şaredariya Beykozê Alaattîn Koseler û Serokê Şaredariya Beylîkduzuyê Mehmet Mûrat Çalik.