Li Reqayê 7 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di operasyona Reqayê de 7 çeteyên DAÎŞ’ê ku tevlî êrîşên cuda bûne hatine girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyoneke bibandor li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê li kantona Reqayê li dar xistiye. 

Hate desntîşankirin ku di encama operasyonê de 7 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin ku kiryarên xirabkirin û têkbirina ewlehiya herêmê pêk dianîn.

Li gorî daxuyaniyê; “Ev operasyon di çarçoveya hewldanên berdewam ên hêzên me yên bi armanca parastina ewlehî û aramiyê, şopandina bermahiyên rêxistina terorîst û pêşîgirtina li hewldanên wan ên ji nû ve birêxistinbûna wan a li herêmê de pêk hat."