Li gundên Geverê operasyona leşkerî

Li gelek gund, gundik û zozanên navçeya Geverê ya Colemêrgê terora 'operasyona leşkerî' destpê kir. Du gund weke 'herêma ewlekariya taybet' hate ragihandin.

Gundên Sorê û Zêvkan û zozanên wan ên li Geverê, ji aliyê Walîtiya dewleta Tirk a li Colemêrgê ve ji bo 15 rojan weke "herêma ewlekariya taybet" hate ragihandin.

Her wiha li gund, gundik û zozanên Tilorana Jor, Tilorana Jêr, Yekmala Jêr, Pagê, Kuçe, Hirmen, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Kendalok, Wargenima sibeha 25'ê Cotmehê operasyona leşkerî hate destpêkirin.

Li gel helîkopterên şer ên bi tîpa Atak, leşker li ser girên derdora van gundan hatin danîn.

Li van gundên ku weke 'herêma ewlekariya taybet' hatin ragihandin, sewqiyata leşkerî hate kirin. Li herêmê liv û tevgereke zêde ya helîkopteran heye.