Malbata Şenyaşar ji dewletê xwest ku li gorî qanûnê tevbigere

Malbata Şenyaşar a li Rihayê têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, bang li dewletê kir ku li gorî hiqûqê tevbigere.

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê dewam dike. Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê destpê kir, îro di roja xwe ya 594’emîn de dewam kir. 

Ji ber edliye di dawiyê heftê de girtiye malbatê li mala xwe ya li Pîrsûsê nobeta xwe berdewam kir.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Edaleta ku dereng tê ne edalet e. Kesên ku li benda edaletê ne, nedin zorê... Li gorî qanûnê tevgerîn, şertê dewletbûnê ye. Dayik rehmê naxwaze, ji bo kurê xwe yê girtî û qetlîama li nexweşxaneyê, edaletê dixwaze."