KNK’ê cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê û cihana Îslamî pîroz kir

KNK’ê, Cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê û cîhana Îslamî pîroz kir û got, “Em bang li Kurd û Kurdistaniyan dikin ku li ber êrîş û dagirkeriyê rabin, dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û yekîtiya xwe xurttir bikin.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), di peyamekê de ku bi boneya Cejna Qurbanê weşand, Cejna Qurbanê li Kurdistan û cîhana Îslamî pîroz kir. Di peyamê de, bal hat kişandin ser pirsgirêkên siyasî û civakî yên li seranserê Kurdistanê û behsa girîngiya diyalog û rêyên aştiyê kir. KNK’ê diyar kir ku têkoşîna gel a ji bo azadiyê tevî şert û mercên dijwar jî berdewam dike û banga yekîtî û hevgirtinê kir.

Berfirehiya daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:

“Sibe cejne, cejna Qurbanê ye. Em cejna Qurbanê, di sêrî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemû alema Îslamê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku cejna Qurbanê li welatê me û li hemû cihanê, bibi wesîleya aştî û aramiyê.

Kurdistan û gelê Kurd bi giştî di demeke hesas de derbas dibe. Li Bakur ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd diyalog, hevdîtin û lêgerîn hene. Li Rojava jî heman lêgerîn berdewam in. Li Başûr pirs û pirsgirêkên navxweyî û yên bi hikûmeta Bexdayê re berdewam in. Li Rojhilat zextên li ser gel û girtiyan, êrîşên li ser kolberan û polîtîkaya bidarvekirinê berdewm in. Li hember vê rewşê, gelê me li seranserê Kurdistanê û li derveyî welat, têkoşîna azadiyê xurt dike. Em di van şert û mrcan de cejna Qurbanê pêşwazî dikin.

Çiqas diyalog û lêgerînên aştî û çareserîyê hebin jî, lê dîsa li welatê me rewşeke aloz heye. Êrîş û planên qirkirinê nehatine rawestandin. Divê di vê dema hesas û hestyar de hemû hêzên Kurdistanê hişyarbin, li dijî êrîşan û van planên xirab rawestin. Bi vê munasebetê em bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan dikin ku li hember êrîş û dagirkerîyê derkevin, dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û yekîtiya xwe xurttir bikin.

Di van şert û mercan de jî be, em bi hêvî ne û xwedî wê baweriyê ne ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bikin. Bi vê munasebetê em careke din cejna Qurbanê, li hemû girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemû alema Îslamê pîroz dikin.”