Girtiyan li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kirin

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Hejmar 1 a Ewlekariya Bilind a Amedê tên ragirtin, ragihandin ku li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî, bi armanca hişyarkirinê dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan kirine.

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê tên ragirtin, ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla pêk tîne, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Girtiyên bi navê Mûhammed Kartal, Kasim Aslan û Masûm Karaman ragihandin ku li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî, bi armanca hişyarkirinê dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojî kirine.

Girtiyan bi rêya malbatên xwe çalakiyên xwe ragihandin û destnîşan kirin ku eger bikaranîna çekên kîmyewî dewam bikin, wê çalakiyên xwe mezin bikin.