Di dema destgîrkirinê de êşkence li rojnamevanan hate kirin

Di serdegirtinan de polîsan destên rojnamevanan ji pişt ve kelepçe kirin, avêtin erdê, berê çekê dan wan, gef li wan xwarin û heqaret kirin.

Ji ber lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê îro li Enqere, Stenbol, Wan, Amed, Riha û Mêrdînê polîsan avêtin ser gelek malan. Her wiha avêtin ser buroya Enqereyê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA).

Di encama serdegirtinê de Midûra Karên Nivîsê ya MA'yê Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA'yê Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceylan Şahînlî hatin destgîrkirin.

Her wiha nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren, Oznûr Deger û Derya Ren jî hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyan Derya Ren ji ber lêpirsîneke cuda hatiye destgîrkirin.

Li Buroya Enqereyê ya MA'yê lêgerîna polîsan dewam dike. Li buroyê ku hatiye dorpêçkirin, wêneyên rojnamevanên di salên 1990'î de hatin qetilkirin, hatin desteserkirin. Her wiha wêneyê Edîtora Jineolojiyê û Rojnamevan Nagîhan Akarsel hate çirandin, ku Akarsel li Silêmaniyeyê di êrîşeke çekdarî de hatibû qetilkirin.

KELEPÇEKIRIN, HEQARET Û GEFXWARIN

Polîsên dewleta Tirk di serdegirtina malan de derî şikandin û berê çekan dan rojnamevanan. Her wiha destên rojnamevan Berîvan Altan û rojnamevanên li gel wê ji pişt ve kelepçe kirin û demeke dirêj li erdê dirêjkirî hiştin. Polîs li ser rojnamevanên li erdê dirêjkirî rûniştin û heqaret li wan kirin, gef xwarin.

GEF LI ROJNAMEVAN A JIN HATE XWARIN

Hate ragihandin ku polîsekî bi gotina "Ez zanim ku ez ê çi bi te bikim, dema em ji vir çûn tu yê bibîne" gef li rojnamevan Berîvan Altan xwar.

Di serdegirtina maleke din de jî polîsan bi gotina "Tu Tirk e" heqaret li yên li malê xwarin û berê çekê dan wan.

Polîsan kompûter, lênûsk, rojname, kovara Kurdî, qerta nasnameyê û 100 pirtûkên li malê desteser kirin.

Li ser dosya rojnamevanên hatin destgîrkirin biryara nepenîtiyê hate danîn û hevdîtina parêzeran hate qedexekirin.

Hate ragihandin ku Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya 2'emîn a Enqereyê biryara qedexeyê daniye ser dosyayê.