KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Mahabadê gule li gel reşandin, agir bi avahiya walîtiyê xistin
Hêzên dewletê li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê gule li çalakvanan reşand. Kesek hat qetilkirin. Çalakvanan jî avahiya walîtiyê dan ber agir. -
Êrîşa li ser çapemeniya azad hate şermezarkirin
Êrîşa li ser rojnamevanên Kurd li Şirnex û Êlihê hate şermezarkirin. -
HPG: 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 5 jî birîndar bûn. Çeperek, 2 sîstemên kamera yên mobesse û çekeke AT-4 hatin îmhakirin. -
Qirkirina siyasî: 3 ciwanên HDP'î hatin destgîrkirin
Li Êlihê di operasyona qirkirina siyasî de 3 ciwanên ku endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ne hatin destgîrkirin. -
'Pêwîste hizbên Kurdî ji bo mijara neteweyî hewl bidin'
Çavdêrê Siyasî Mihemed Nesredîn diyar kir, ku di hikûmeta nû ya Iraqê de pêwîste partiyên Kurdî ji bo mijarên neteweyî û xakê hewl bidin û got; “Careke din gel wê ji hizbên desthilat re qebûl neke ku ji bo xak û niştiman hewl nedin.” -
Emîne Şenyaşar: Ez ê serî li ber zilmê netewînim
Emîne Şenyaşar ku malbata wê ji aliyê AKP'iyan ve hate qetilkirin û nêzî 600 roj in di 'Nobeda Edaletê' de ye, li ber bêedaletiyê rabû û got, "Ez ê serî li ber zilmê netewînim, heta mirinê ez ê têbikoşim." -
KCK: Li dijî êrîşên kîmyewî divê her kes bikeve nava liv û tevgerê!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk çekên kîmyewî jî di nav de bi her cûreyî li dijî mirovahiyê sûc dike û bang li her kesî kir ku helwestê nîşan bidin. Her wiha ji heyetên serbixwe jî xwest ku lêkolînê bike. -
Aryen Arê: Divê jin heta dawî yekgirtî bin
Ji fermandarên HPJ'ê Aryen Arê destnîşan kir ku dengê ji kolanan bilind dibe ronahiya azadiyê ye û got, "Ev yekgirtin nîşaneya demokrasiyê ye. Ev serhildana ku roj bi roj mezin dibe, pêngava şoreşê ye." -
Hakî Armanc: Hevalê Nûrî xeta Rêber Apo ji xwe re dikir esas
Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc, Nûrî Yekta yê ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû bi bîr anî û got, "Hevalê Nûrî li her qada têkoşînê xeta Rêber Apo û partiyê ji xwe re dikir esas." -
Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn: Çareserî li ser xeta sêyemîn e
Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku li Îranê pêwîstî bi guhertineke demokratîk heye û got, "Çareserî di xet û rêya sêyemîn de ye." Vejîn diyar kir ku ji bo paşeroja azad a gelê Kurd ew amade ne bi hêzên Kurd hemûyan re tifaqê bikin. -
Hevserokê HDP'a Çîlikanê Ûzûn hat destgîrkirin
Hevserokê HDP'a Çîlikanê Huseyîn Ûzûn û 2 kes hatin destgîrkirin. -
Wê 6’ê Mijdarê li Silopiyê li dijî êrîşên kîmyewî, meş bê lidarxistin
DTK,TJA, DBP, HDP û rêxistinên civakî yên sivîl, wê 6’ê Mijdarê li Silopiyê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, meşekê lidar bixin. -
HPG: Derb li Skorskyekê hate xistin, 3 dagirker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên hêzên HPG’ê de 3 dagirker hatine cezakirin, 4 dagirker birîndar bûne û derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin. -
Şêniyên Mexmûrê li ber êrîşên bi çekên kîmyewî rabûn
Şêniyên Mexmûrê bi daxuyaniyekê li ber êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî rabûn û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê silav kirin. -
Li gundê ku di bin dorpêçê de ye leşkeran êşkence li zarokekî kirin
Li gundê Sorê yê Gevera Colemêrgê leşkeran dora gund girtin, şîddet li zarokekî 16 salî kirin û zarok destgîr kirin. -
Helebceyiyan êrîşên kîmyewî protesto kirin
Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, bi meşeke girseyî li Helebceyê hatin protestokirin. -
8’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan bi dawî bû
8'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ku li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî veguheriye çandeke giştî, duh dest pê kir, îro bi coş bi dawî bû. -
Elîzade û Mûînî li hev civiyan
Sekreterê Komeleya Komunîst Îran-Kurdistan Îbrahîm Elîzade û Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamed Mûînî li ser rewşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê civiyan. -
HPG: Skorskyek hate xistin, dagirkerek hate cezakirin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir di çalakiyên tîmên gerok ên YJA Starê de helîkoptereke Skorsky hatiye xistin û dagirkerek hatiye cezakirin. -
Malbata Şenyaşar nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rojnamevanan da
Malbata Şenyaşar ku nêzî 600 roj in li Rihayê ji bo edaletê çalakiyê dike, di roja nû ya çalakiyê de xwest, rojnamevanên hatine girtin bêne berdan. -
Xizmên girtiyan: Dewleta Tirk dijminatiyê li girtiyan dike
Malbatên girtiyên nexweş û yên nayên berdan gotin, "Dewlet bi dijminatî tevdigere. Li her qadê em ê bibin dengê girtiyan." -
PAJK: Çalakiya Bêrîtanê yek ji qonaxa girîng a têkoşîna me ye
Koordînasyona PAJK’ê di salvegera 30’emîn a şehadeta wê de Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bîr anî û got “Çalakî û şehadeta bi heybet a heval Bêrîtan yek ji berxwedana sereke ya têkoşîna me ya azadiyê ye.” -
KJK: Bêrîtan rêya azadiyê nîşan da
KJK: Şehîd Bêrîtan ku qanûna 'jin bi şerkirinê azad dibe, bi azadbûnê bedew dibe' di nava jiyan, şer û şehadeta xwe de veguherand heqîqetê û rêya ber bi azadiyê ve nîşan da, bang li jinan hemûyan kir ku berê xwe bidin vê rêyê. -
Gerîla helîkpotereke Skorsky xist
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî helîkoptereke bi tîpa Skorsky xistin. -
Xwendevan bi xurtî di xwepêşandanên Îran û Rojhilat de cih digirin
Her ku diçe xwepêşandanên bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe. Xwendevan di dema dawî de pêşengiyeke xurt ji çalakiyan re dikin û tevlî xwepêşandanan dibin.