Xelkê Şengalê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meşiya

Xelkê Şengalê bi meşekî girseyî bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî şermezar kir.

Xelkê Şengalê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, li ser gerîlayên HPG-YJA Starê meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de bi sedan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên HPG û YJA Star, wêneyên gerîlayên di êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn û pankartên li ser “Em weke pêkhateyên Şengalê bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîla qebûl nakin” û “Gerîla rûmet, şeref û hebûna me ye“ û “Em berxwedana gerîlayan li dijî çekên kîmyewî silav dikin” hatibûn nivîsîn, hildan.

Meşa ku ji ber deriyê Meclîsa Gel a navenda Şengalê dest pê kir, heta qada Yarmûq dewam kir. Meş, bi daxuyaniya ji bo çapemeniyê û berzkirina dirûşmeyan, bi dawî bû.