Erdogan Amed dorpêç kir, alîgirên xwe şand bajêr

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan beriya mîtînga xwe ya li Amedê, polîsên xwe xiste nava liv û tevgerê, bajar dorpêç kir û ji gelek herêman alîgirên xwe bir bajêr.

Ji bo mîtînga Erdogan a li Amedê, polîsan bajar dorpêç kirin. Bendên kontrolê û astengî hatin zêdekirin. Helîkoptera polîsan jî bi rêk û pêk li ser bajêr digere.

Her wiha ji Riha, Sêwas, Aydin, Xarpêt, Çewlik, Mêrdîn, Êlih, Kîlîs û Meletiyê bi hezaran kes bir Amedê.

Piraniya van mirovan jî bi gef û şantajê hatin birin. Ji bo birina van alîgiran jî otobus, wesayitên taybet û tren hatin bikaranîn. Ji Êlih û Bismilê bi trenê alîgir hatin birin.

Çûn û hatin tenê li Erdogan û alîgirên wê vekirî ye. Şêniyên bajêr nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. Di navbera alîgirên Erdogan û şêniyên bajêr de li hin deveran alozî derket.

Şagirtên li qursên Quranê yên Miftitiya Bajêr birin qada Stasyonê ku wê mîtîng lê bê lidarxistin.