Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş dewam dike. Çalakiya nobedê ku li Amedê ketiye roja 339'an, destpêkê li Baroya Amedê destpê kiribû. Piştre jî li qadan dewam kir û her roj li deverên cuda bi daxuyaniyan pêk tê. Încî Guler Altindag ku ji roja destpêkê ve di nava çalakiyê de ye, ji bo kekê xwe yê girtiyê nexweş têdikoşe. Altindag anî ziman ku heta encamê bi dest bixin wê çalakiya xwe dewam bikin.
Altindag ragihand ku ji bo xizmên wan ên girtî yên nexweş nemirin bi 4 malbatan wan dest bi vê çalakiyê kirin û bi demê re hejmara çalakgeran zêde bûye. Altindag diyar kir ku di nava vê demê de wan bi gelek rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî re hevdîtin kirin, lê belê hîn jî bersiv ji daxwazên wan re nehatiye dayin.
ÇALAKIYA NOBEDÊ BI 4 MALBATAN DESTPÊ KIR
Altindag bi bîr xist ku ji ber şewbê ew nikarinn biçin hevdîtinê û li ser destpêkirina çalakiyê got, "Piştî şewbê hevdîtinan destpê kir û min firsend dît ku xizmên xwe yên girtî bibînim. Mîna ku hinekî din ketibin şûna wan, min ew nas nekir. Ewqasî li xwe kêm kiribûn ku min ew nas nekir. Di dema hevdîtinê de me 4 malbat hev nas kirin û biryar dan ku biçin baroyê. Me got ku ew bi hiqûqê zanin û me xwest li wir dest bi çalakiya rûniştinê bikin. Bi vî rengî me xwest dengê xwe bidin bihîstin."
Altindag anî ziman ku li şûna li malê rûnên, bigirîn, li benda telefonê û agahiya mirina xizmên xwe bisekinin wan dest bi nobeda edaletê kirin û got, "Dema ku me dest bi vê çalakiyê kir ewqas agahiyên li pey hev ên mirina mirovan li girtîgehan nedihat. Dema ku me nû destpê kir eger daxwazên me li ber çavan bigirtana û gav biavêtibûna, ewqas mirov li girtîgehan nedimirin."
SIYASÎ LI SER SOZA XWE NESEKINÎN
Altindag ragihand ku jiyan ji bo malbatên girtiyan zehmet e û wiha dewam kir, "Mirov bi tirs dijîn ku di her kêliyê de agahiya mirinê dikare bigihêje wan. Lewma nêzî saleke me di çarçoveya çalakiya xwe ya nobeda edaletê de serî li gelek deveran dan. Em çûn Enqereyê û me bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin."
Altindag bi bîr xist ku ji bilî AKP û MHP'ê wan serdana hemû partiyên din kirin û wiha dewam kir: "Hemûyan jî soz dan û gotin, 'Daxwazên we daxwazên me ne. Zarokên we zarokên me ne'. Gotin, 'Belê, rast e; ev zilm li zarokên we tê kirin. Em ê vê qebûl nekin. Em ê ji bo we vê yekê tavilê bixin rojeva meclîsê'. Lê mixabin gotinên wan li wir man. Eger xwedî lê derketibûna em ewqasî di nobeda edaletê de nediman. Kes xwedî lê derneket. Eger xwedî lê derketibûna ewqas girtiyên nexweş nedimirin."
DEWLET DIXWAZE EW BIMIRIN
Altindag diyar kir ku di dema serdana Enqereyê de berdana 5-6 girtiyan hate betalkirin û got, "Niha berdana bi sedan girtiyan hatiye betalkirin û nayên berdan. Li şûna ku azad bibin, li girtîgehê têne hiştin. Belê, ji bo girtiyên nexweş em bi xemgînî dibêjin. Lê mixabin ev dibe. Ji ber ku êdî hûn zanin ku dewlet wê van bernede."
Altindag diyar kir ku dewlet dixwaze girtiyên siyasî bimirin û got, "Hejmara girtiyên me yên nexweş îro gelek e. Ev hesteke gelekî nebaş e. Ji bo mirovan şev ne şev e, roj ne roj e. Mirov ditirse ku li telefonê binihêre. Dema ku nûmareyeke ne qeydkirî digere, em ditirsin ku bersivê bidin."
Altindag destnîşan kir ku AKP û MHP'ê biryara tunekirina Kurdan dane û wiha dewam kir, "Dewlet divê ya ku lê tê bike, ne ku Kurdan tune bike. Dewleta ku li nava çar dîwaran ewqasî zilmê dike divê ji xwe re nebêje 'ez dewlet im'. Wê dewletê xwe qedandiye."
BERIYA KU MIROV BIMIRIN, BIXIN ROJEVÊ
Guler Altindag diyar kir ku ji bo kekê xwe yê girtî ji dest nede ew têdikoşin û got, "Kesekî min nema, tenê kekê min ma. Ew jî 30 sal in girtî ye. Ez naxwazim ew bimire." Altindag bang li her kesên xwe weke 'mirov' pênase dike kir ku dengê wan bibihîzin û got, "Bibin dengê me. Wekî din em tiştekî naxwazin. Heta ku girtiyên me yên nexweş bêne berdan, heta ku qanûna înfazê bê betalkirin em ê çalakiya xwe dewam bikin."
Altindag bang li partiyên siyasî kir ku mijarê bixin rojevê û got, "Divê niha bixin rojevê. Me ji wan re jî got, 'Beriya ku mirov bimirin, mijarê bixin rojevê ku em bigihêjin armanca xwe'. Piştî ku her tişt qewimî, wateya rojevkirinê jî nîne."