KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Warê ku ji aliyê 12 siwariyan ve ji qirkirinê hate rizgarkirin
Di sedsala 21’ê de 12 gerîlayên PKK’ê ku li ser bîr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe perwerde kiribûn û weke 12 siwariyan dihatin pênasekirin, pêşî li qirkirina civaka Êzidî girtin û ew ji qirkirinê rizgar kirin. -
KJAR’ê ji bo rêveberina şoreşa jinê ya li Rojhilat û Îranê projeya xwe eşkere kir
Koordînasyona KJAR têkildarî xwepêşandana piştî qetilkirina Jîna Emînî ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpê kir û piştre veguherî şoreşa jinê, bi daxuyaniyekê proje pêşniyara xwe eşkere kir. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sûîqestê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sûîqestê ya li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê weşand. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em ê Şengaleke azad û xweser ava bikin!
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê di peyama xwe ya bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê de got, “Em soz didin gel û şehîdên xwe ku berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê Şengaleke azad û xweser ava bikin.” -
Şahidên rizgarkirina Şengalê: Bi saya gerîla em hene
Welatiyên Êzidî yên di operasyona rizgarkirina Şengalê de cihê xwe girtibûn, bal kişandin ser berxwedana gerîla ya ji bo rizgarkirina civaka Êzidî ji qirkirinê û dîsa rizgarkirina Şengalê û gotin ku ew bi saya gerîla hene. -
Fermandariya YBŞ'ê salvegera 7'an a rizgarkirina Şengalê pîroz kir
Fermandariya YBŞ'ê salvegera 7'an a rizgarkirina Şengalê pîroz kir û destnîşan kir ku li dijî fermanên nû yên ku bi destê dewleta Tirk û xiyanetê li ser wan tê ferzkirin, wê hîn bi xurtî li ber xwe bidin û têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin. -
Bazek li ser çiyayên bilind ên welêt
Mûhammed Elîzade yê ji Rojhilatê Kurdistanê yek ji hezaran şehîdan bû ku xak û welatê xwe parast. Elîzade jiyana di bin dagirkeriyê de red kir û ji bo parastina xaka xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê. -
Nagihan Akarsel li Silêmaniyê hat bîranîn
Nagihan Akarsel a ku li ber mala xwe ya li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, di roja 40’emîn a şehadeta xwe de hat bîranîn. -
Şêniyên Mexmûrê êrîşên kîmyewî protesto kirin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li dijî êrîşên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla pêk tîne, meşiyan. -
5 leşkerên Tirk hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di şeran de 2 gerîla şehîd bûn. -
Alavên leşkerî yên li Qada Şehîd Rêber hatine desteserkirin
Li Qada Şehîd Rêber gerîlayan çalakiyek kiribûn. Gerîla Tv dîmenê çalakiya desteserkirina alavên leşkerî weşand. -
Ji bo lêkolîna kîmyewî, NY mecbûr e peywirê bide saziyan
Endamê OHD'ê parêzer Berdan Acûn diyar kir ku divê Neteweyên Yekbûyî ji bo ku rêxistinên navneteweyî yên ku dixwazin li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêkolînan bikin lê tên asteng kirin, tevdîran bigire û bi xwe erk û peywirê bide saziyan. -
'Rêber Apo hêviya azadiyê ya gelên cîhanê ye'
Endamên Meclîsên Gel ên Şengalê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û gotin: ”Rêber Apo hêviya azadiyê ya gelên cîhanê ye.” -
Xidir: Gerîla xeyala rizgarkirinê Şengalê pêk anî
Endama TAJÊ Kinê Xidir jî diyar kir ku berxwedana Şengalê bi saya gerîlayên azadiya Kurdistanê pêk hat û got, "Di fermanê de tenê gerîla li cem me bûn, wan jî xeyala me ya rizgarkirina Şengalê pêk anî." -
Dîroka artêşa Tirk: Leşkerên xwe bi saxî şewitand, bi mayînan ew qetil kir
Artêşa Tirk a ku li Zapê cenazeyên leşkerên xwe şewitandin, di sala 2011’an de li Farqînê jî 13 leşkerên xwe bi saxî şewitandibû. Di sala 2009'an de li Çelê di encama teqîna mayineke ku ji aliyê Fermandarê Tûgayê ve hatibû bicîkirin 7 leşker miribûn. -
Li Binarê Qendîlê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
Li Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê jinan daxuyanî da û banga têkoşîna hevpar li dijî zilmê, li jinan kir. -
Li Girtîgehên Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
Girtiyên di Girtîgeha Dûmlûyê ya Hejmara 1'ê de û Ramazan Kayayê di Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê de li dijî binpêkirinên mafan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. -
Malbata Şenyaşar: Ji ber ku darizandineke adîl pêk nehatiye 2 kesên din jî qetil kirin
Malbata Şenyaşar ku zêdeyî 600 roj in çalakiya Nobeta Edaletê ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin li dar dixe, diyar kir ku ji ber ku darizandineke adîl pêk nehatiye, ji malbateke cuda 2 kesên din hatine qetilkirin. -
HPG: 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, droneyek hate îmhakirin. -
Keça girtiyê nexweş Ozkan: Dawî li bêhiqûqiyê bînin!
Girtiyê nexweş Ozkan ê ku bi neheqî hat girtin û ev nêzî 30 sal in di girtîgehê de ye. Keça Ozkan Selma Ozkan xwest dawî li vê bêhiqûqiyê were. -
HPG'ê 3 şehîd bi bîr anî
HPG'ê 3 gerîlayên şehîd bûn di salvegera şehadeta wan de bi bîr anî û got, "Mîrateya têkoşînê ya van hevrêyên me yên hêja wê teqez bi serketinê bêne tacîdarkirin." -
Dîcle: Berê xwe bidin çiyayên azad ên Kurdistanê
Endamê Koordînasyona KCR’ê Simko Dîcle xîtabê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û got, “Deriyê çiyayên azad ên Kurdistanê ji wan re vekirî ye, hûn dikarin tevlî refên gerîla bibin.” -
KMMK’ê têkildarê xwepêşandanan raporek weşand
KMMK’ê bi raporekê bal kişande ser binpêkirinên mafê mirov ên 55 rojên derbasbûyî û diyar kir ku ji ber dewleta Îranê rê nade saziyên mafê mirovan û derfetên ragihandinî hatine astengkirin rapora heyî tenê beşeke ya ku kariye piştrast bike. -
Dewleta Tirk sewalên welatiyan qetil kir
Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li gundê Xelîfan a bajarokê Sîdekanê doh êvarê gule li gelek sewalên welatiyan reşand. Gelek sewal hatin qetilkirin û birîndarkirin. Tê xwestin welatî warên xwe biterkinîn. -
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sîrwan Sine li Farqînê 2 wesayît şewitandin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sîrwan Sine ragihand ku li navçeya Farqînê wesayîtê du kesên cuda yên ku xizmeta polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk dikin û darên qadên gerîla birîn,