YRK'ê Newroza 2723'an pîroz kir

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi şahiyekê Newroza 2723'an pîroz kirin.

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Newroza 2723'an li çiyayên Kurdistanê bi şahiyekê pîroz kirin. Gerîlayên YRK'ê bi sloganên 'BIJÎ SEROK APO', 'BÊ SEROK JIYAN NABE', 'JIN JIYAN AZADÎ' li hev kom bûn. Di destpêkê de Endamê Fermandariya YRK’ê Şiyar Şevger axivî.

Şiyar Şevger Newroza 2723’an li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şehîdên Şoreşê, li gelê welatparêz û li hevrêyên xwe hemûyan pîroz kir û got, "Di sala 2022’an de têkoşîneke têr û tije hate kirin. Dijminê dagirker li ser xwîna gelê me siyasetê dimeşîne, bi wê siyaseta xwe re dixwaze gelê me bi qirkirinê re rû bi rû bihêle. Ev dijminê dagirker her çiqas bi ser me de siyaseta qirêj bimeşîne jî, Tevgera Apoyî di vê salê de 50’î saliya xwe tije dike û hemî siyaseta dagirkeran bi erdê re kir yek. Ev jî diyar dike ku gelê Kurd gelekî berxwedêr e û ji dîrokê li beramberî dagirkeran serî netewandiye û wê netewîne jî.

Di dîroka gelê Kurd de bi destê xiyanetkaran xwestin tevgerên Kurd ji holê rakin û nekarîn. Di roja me ya îro de jî dixwazin vê yekê bikin. Ev xiyanetkar îro bi saya tevgera azadiyê jiyan dikin û xwe li ser lingan dihêlin. Di encama berxwedana gerîlayê Kurdistanê de ev siyaseta wan ya qirêj, di sala 2022’an de bi ser neket û têk çû.

NEWROZA 2023'AN WÊ BIBE DAWÎANÎNA LI DAGIRKERAN

Em ê vê salê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Li Rojhilatê Kurdistanê wek Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê em bi felsefe û îdolojiya Rêber APO xwe birêxistin dikin. Di heman demê de li ser vî fikrî di civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bi gelê Kurd, Fars, Ereb, Belûc û Azer re em dixwazin civakekê li ser koka xwe ava bikin."

Di dewama axaftinê xwe de fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger girîngî da serhildanên ku di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de dimeşin û diyar ku ew hemû guhertin pêwîste li ser esasê daxwazê gel be.

Fermandarê YRK'ê di dawiya axaftina xwe de got, "Newroza 2723’yan em careke din li gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin, li hemî bajarên têkoşînê dimeşînin ji Mako heta Seqiz, Mehabad, Merîwan, Bokan, Sine, Kirmaşan hem ew şehîdê ku dane em bibîr tînin û em diyar dikin ku di rastiya wan de têkoşîna sala 2023’an em ê bigihînin serketinê. Di heman demê de pêwîste gelê me bi têkoşîna xwe ji bo fîzîkî azadkirina Rêber APO kar bike û xwedî li Rêber APO derkevin."

Piştî axaftina fermandarê YRK'ê agir hate vêxistin û govenda hate gerandin.

Di nava pîrozbahiyê de gerîlayan ev peyam dan;

Gerîlaya HPJ’ê Agirî Jiyan Şer: Weke gerîlayên Jin ên Rojhilatê Kurdistanê di serî de em Newrozê li Rêber APO, hemû gelê Kurdistanê û ji Şehîdên Şoreşa jin jiyan azadî pîroz dikin. Di vê Newrozê de hêviya me ji her demê zêdetire, ji ber ku şoreşa bi slogana Jin Jiyan Azadî destpê kiriye wê bighêje serketinê. Careke din em vê Newrozê ji hemî gelê bindest û li gelê Rojhilatê Kurdistanê û li her çar parçên Kurdistanê pîroz dikin.

Gerîlayê YRK’ê Sîpan Ararat; Di serî de em vê Newrozê li Rêber APO û hemî hevalên li serê Çiya, hevalên di zindan de pîroz dikin, dijminê me pêwîste nas bike ev pêvajoya em jiyan dikin, pêvajoya azadiya Rêber APO ye. Newroz hêviya gelane di Newrozê de derketinên mezin çêdibin Baweriya me ewe ku her kes wê bi rihê newrozê agirê azadiyê mezin bike.

Gerîlaya HPJ’ê Zîlan Seqiz; Di ser de Newroza 2723’an em li Rêber APO pîroz dikin. Di Newroza vê salê de pêwîste rihê Şoreşa Jin Jiyan Azadî hîn mezintir bibe û em bawerin ku wê bighêje serkeftinê. Wek gerîla em diyar dikin ku emê vê salê bikin sala tekoşîn û azadiyê. Di vir de em dixwazin bi Şoreşa Jin Jiyan Azadî re vê Newrozê bi yek rihî pîroz bikin û bi wî rihî re em bighêjin serkeftinê.

Di dawî de piştî ku gerîlayan peyamên xwe anîn ser ziman bi geşkirina agir û bi coşeke mezin pîrozbahî bi dawî bû.