Gerîlayan li çiyayên Kurdistanê Newroz pîroz kirin

Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê Newroza 2023’an li çiyayên azad bi govend û dirûşmeyan pîroz kirin.

Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê, li çiyayên azad Newroza 2023’an bi coş û kelecana azadiyê pîroz kirin. Di pîrozbahiya Newrozê de, destpêkê agir dadan, piştre bi govendên cihê û her wiha bi dirûşmeyan, Newroz pîroz kirin.

Îsal jî li hemberî hemû êrîşên giran û bênavber, careke din Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê bi îddîaya sala azadiya fîzîkî a Rêber Apo, Agirê Newrozê gur û geş kirin.

Her wiha bi dengekî herî bilind ku li çiyayên azad deng veda, dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Newroz pîroz be’ Newroza 2023’an diyarî rêberê mirovahiyê Rêber Apo kirin.