Bafil Talabanî ji bo şervanên QSD’ê peyameke sersaxiyê weşand

Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî ji bo şervanên QSD’ê yên ku di 15’ê Adarê de di qezaya helîkopterê de şehîd bûbûn, peyameke sersaxiyê weşand.

Di 15ʹê Adara 2023ʹyan de, dema ku hêzeke Yekîneyên Antîteror (YAT) diçû bajarê Silêmaniyê, du helîkopterên ku wan ji ber rewşa hewayî ketibûn. QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama qezayê de 9 şervanên wan ku di nav de fermandarê YATʹê Şervan Kobanê jî hebû, şehîd bûne.

Serokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî derbarê şehadeta 9 şervanên QSD’ê de peyamek belav kir.

Bafil Talebanî di destpêka peyama xwe de ji ber şehadeta şervanên QSD’ê xemgîniya xwe anî ziman û wiha got; “Şehîd Şervan Kobanê û Yekîneyên Antîterorê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li Rojava rolek bi bandor leyîstin û xaka pîroz ya Kurdistanê ji destê terorê parastin û dîrokeke tije serwerî qeydkirin.”

Talabanî di peyama xwe de diyar kir ku ew bi dîroka geş a Yekîneyên Antîterorê a Rojava serbilind e û got “Sersaxiyê ji fermandarên Hêzên Suriyeya Demokratîk, Yekîneyên Antîteror û hemû gelê Kurd, bi taybet xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê re dixwazim.”