Li Mexmûrê Newroza şehîdan hat pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Newroza şehîdan hat pîrozkirin û wiha hat gotin: “Em ê sala 2023’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, sala serkeftin, berxwedan û têkoşînê.”

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi boneya Cejna Newrozê li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û bi awayekî girseyî berê xwe dan goristana wargehê û Newroza şehîdên xwe pîroz kirin. Li ser goristanê beriya ku axaftin were kirin di şexsê şehîdên meha Adarê de ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Malbatên Şehîdan bavê Şehîd Amara Şerîf û Şehîd Amara Rûbar, Ehmed Kapar axivî.

Ehmed Kapar di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Em wek malbatên şehîdan û welatparêzên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Newroza 2023’an 51’î saliya Newroza Partiya Karkerên Kurdistanê destpêkê li Rêber Apo, hemû şehîdên Tevgera Azadiyê, malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurdistanê yên xwedî şeref û rûmet pîroz dikin. Newroz nûbûn û sembola gelê Kurd e. Rêber Apo di sala 1973’an de li Enqerê di civîna xwe ya yekemîn de çirûska Newrozê vêxist. Wê demê Rêber Apo digot, em ê gelê Kurd ji xewa giran ji goristana ku dewleta Tirk a dagirker betonkiribûn derbixin û bi wî rengî bi têkoşîna şehîdên Newrozê heta roja me ya îro anîn. Bi ruhê Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Rewşen Demîrel û heta digihije Sema Yuceyan bi ruhê agirê Newrozê di nava gelê Kurd de rêya berxwedan û têkoşînê da berdewamkirin. Ev rêya ku ruhê berxwedana Newrozê yê di nava gelê Kurd de da rûnişkandin. Em ê sala 2023’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, sala serkeftinê, berxwedan û têkoşînê.”

Piştî axaftinê, dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat berzkirin.