Divê girtiyên nexweş Gurban, Çelîk û Çagan bên berdan
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bal kişandin ser rewşa tenduristiya Emîn Gurban, Mehmet Çelîk û Abdurrahman Çagan.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bal kişandin ser rewşa tenduristiya Emîn Gurban, Mehmet Çelîk û Abdurrahman Çagan.
ÎZMÎR: Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê li ber Sumerbanka bere ya li Konakê daxuyanî da. Di çalakiyê hate xwestin ku girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Ereglî Emîn Gurban were berdan.
ENQERE: Înîsiyatîfa Azadî Ji Girtiyên Nexweş re di hefteya 559’an a çalakiya xwe de li Cadeya Sakarya ya Enqereyê hatin ba hev. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Igdırê Mehmet Çelîk ê 78 salî.
STENBOL: Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê di hefteya 687’an a çalakiya “Rûniştina F” de li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 2 a Maltepeyê Abdurrahman Çagan ê 70 salî.