KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê bi dirûşmeya 'Bijî Serok Apo' meşiyan
Piştî Newroza Cizîrê bi hezaran kes bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û “PKK, gel e, gel li vir e“ meşiyan. -
Li Nîsêbînê banga geşkirina têkoşînê li dijî tecrîdê
Bi dehhezaran kes ku li qada Newrozê ya li Nîsêbînê hatin ba hev, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, peyam ji bo berxwedanê da. -
Newroza Cizîra Botan: Muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e
Li Cizîra Botan bi deh hezaran kes agirê Newroza azadiyê vêxist û peyama, “Muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e. Em ê hemû bi hev re vê desthilata dijminê gelan hilweşînin.” -
Newroza Qendîl bi gerandina govendê dawî bû
Newroza Qendîl a bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ demxeya xwe li rojê da, bi gerandina govendê ya li ber stranan dawî bû. -
Posterên Rêberê Gelê Kurd hatin hildan
Di Newroza Amedê de ciwanan gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" li qadê meşiyan. -
Bafil Talabanî: Rêberên me berdin
Serokê Giştî yê YNK'ê Bafil Talabanî peyamek ji Newroza Amedê re şand û got, "Rêberên me berdin." -
Di Newroza Amedê de girtî hatin silavkirin û azadiya Abdullah Ocalan hat xwestin
Di Newroza Amedê de ku gel pêl pêl diherike qadê, azadiya Abdullah Ocalan hate xwestin û girtî hatin silavkirin. -
Di Newroza Amedê de peyamên ji bo yekîtiya neteweyî û azadiya jinan
Partiyên Kurdan û rêxistinên jinan di Newroza Amedê de gel silav kirin, peyamên ji bo yekîtiya neteweyî û azadiya jinan dan. -
Newroza Qendîlê: Bijî Serok Apo
Di Newroza Qendîlê de bi yek dengî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bilind bû. -
Temel: Çi dibe bila bibe em ê tecrîdê bişkînin!
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tayîp Temel li Bazîdê axivî û got, "Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan. Çi dibe bila bibe em ê tecrîdê bişkînin." -
Li Panosê di Newrozê de tecrîd hate şermezarkirin
Li Panosê di Newrozê de hêrsa li dijî tecrîda li Îmraliyê hate nîşandan. -
Uçar: Newroza Amedê peyama li dijî tecrîd û şer e
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku deklarasyona Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêj jî derbasdare û bal kişand ser hêrsa gel a li dijî şer û tecrîdê. -
Bayik: Divê em êdî peymana Lozanê ji holê rakin
Cemîl Bayik bal kişand ser sedsaliya Peymana Lozanê û destnîşan kir ku divê ew êdî vê hevpeymanê têk bibin, zemînê jiyana azad û bi rûmet ava bikin, vê jî bi her kesî bide qebûlkirin. Bayik got, "Ji derveyî vê, em tiştekî din qebûl nakin." -
Ahmet Turk: Dema azadiya Ocalan e, dema diyarkirina çarenûsa Kurdan e
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk li Newroza Amedê axivî û got, "Ev Newroz dema azadiya Birêz Abdullah Ocalan e. Wê bibe ew dem ku gelê Kurd çarenûsa xwe diyar bike." -
Çeperên berxwedanê 43 caran hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker 43 caran bombe li çeperên berxwedanê yên li qadên Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê barand. -
YJŞ û YBŞ'ê li çiyayê Şengalê agirê Newrozê dadan
Şervanên YJŞ û YBŞ'ê li serê çiyayê Şengalê agirê Newrozê dadan û bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" Newroz pîroz kirin. -
Newroza fînalê destpê kir: Bê Serok jiyan nabe!
Di Newroza fînalê de ya li Amedê, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bilêvkirin. -
Newroza Qendîlê bi coş destpê kir
Bi tevlîbûna hezaran kesî Newroza 2023’an a Qendîlê tevî baranê bi coş destpê kir. -
Bi hezaran kes li Qendîlê ji bo Newrozê li hev kom dibin
Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li herêma Qendîlê ya Başûrê Kurdistanê, bi hezaran kes serê sibehê bi rê ketin. -
Li Amedê gel ber bi qada Newrozê ve diherike
Li Amedê gel ber bi Parka Newrozê ve diherike ku wê pîrozbahî lê bê lidarxistin. -
Agirê Newrozê li Rojhilat bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' geş bû
Li Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' geş bû. Li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Girseya gel her wiha serdana goristanan kir û kulîlk danî ser gorên kesên di serhildana vê dawiyê de jiyana xwe ji dest dane. -
Newroz li Germiyan û Xaneqînê bi çalakiyan hate pîrozkirin
Li Başûrê Kurdistanê li herêmên Germiyan û Xaneqînê cejna Newrozê bi çalakiyan hate pîrozkirin. -
Amed ji Newrozê rê amade ye
Newroza dîrokî ya Amedê ya ku wê îsal bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Hêşînparêz û Siberojê a Çepgir (Partiya Çepgir a Hêşînparêz) were pîroz kirin. -
MXDŞ'ê cejna Newrozê pîroz kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi daxuyaniyekê cejna Newrozê pîroz kir. -
Ciwanan li Pirsûsê Newroz pîroz kirin
Li Pirsûsê ciwanan bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Newroz pîroz be" cejna Newrozê pîroz kirin.