15’emîn Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê despê dike

Komîteya Amadekar a Festîvala Dersimê ya Ewropayê ragihand ku amadekarî qediyane û festîval wê di 30-31’ê Gulanê de pêk were.

FESTÎVALA DERSIMÊ

15’emîn Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê ya ku ji aliyê FEDA, ADEF û DÎK ve tê organîzekirin wê di 30-31’ê Gulanê de li Rebstockpark-Frankfurtê were lidarxistin. Komîteya Amadekar a Festîvalê civîna xwe ya dawî li dar xist  daxuyanî da. Komîteyê ragihand ku hemû amadekariyên festîvalê qediyane.

Komîteyê bang li Dersimiyan û dostên wan kir ku bi xurtî beşdarî festîvalê bibin û li ser girîngiya dîrokî ya festîvalê rawestiya festîvalê.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Beşdarbûneke xurt a festîvalê wê polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên ku hatine nûjenkirin û bicîhanîn rawestîne. Em her kesî bi coşa Munzurê vedixwînin festîvalê.”

'WERIN EM BI HEV RE BIHERIKIN FESTÎVALÊ'

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Werin em di 15’emîn Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê de bi gel, bawerî û beşên civakî yên ku li erdnîgariya dîrokî ya Dersîmê dijîn re bên ba hev. Werin em bi stran, klaman, gotin û şînên xwe çand û baweriya xwe bigihînin pêşerojê. Werin em stranên xwe bi zimanê dayika xwe bibêjin, êşa xwe bi şînên xwe re parve bikin û bi rewşenbîr û nivîskarên xwe re di bibin ronahî. Werin em bi mînakek xurt a hevgirtinê erdnîgarî û Dersimê biparêzin, em bibin Munzur û bi herikin festîvala ku li Rebstockpark ê Frankfurtê bê lidarxistin!"