Newroza Wanê bi beşdariya bi deh hezaran kesî destpê kir

Li Wanê ku îsal navenda pîrozbahiyên Newrozê yên li herêma Serhedê ye, bi hezaran kes herikîn qada pîrozbahiyê.

Ji bo pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kesî serê sibehê berê xwe dan Parka Newrozê ya li quntara Keleha Wanê.

Li gel şert û mercên nebaş ên hewayê, bi hezaran kes ji taxên bejahî û navçeyan bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe," "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî berxwedana Kobanê" ber bi qadê ve meşiyan.

Li derdora qada pîrozbahiyê standên xwarin û vexwarinê hatin danîn. Ciwan jî bi pankarta bi nivîsa "Ciwan ber bi rojê ve dimeşin" ketin qadê. Ciwanan jî kûle çêkirin.

Li qada pîrozbahiyê ku coşeke mezin heye, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Partiya Kesk Çep û HDP'ê hatin hildan.

Girseya gel hîn jî ber bi qadê ve diherikin. Tê payin ku bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bibin.

Bernameya Newrozê jî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Ji Komîteya Amadekar a Newrozê Edîbe Babûr û Sedat Duşunmez gel silav kirin.