Gerîlayên YRK û HPJ’ê: Wê îsal bibe sala azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo

Gerîlayên YRK’ê û HPJ’ê Cejna Newroz pîroz kirin û gotin “Wê îsal bibe sala azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo.”

Gerîlayên YRK’ê û HPJ’ê li çiyayên Kurdistanê Cejna Newroz pîroz kirin û peyamên girîng dan.

Gerîlayê YRK’ê Mezlum Kotol: Di serî de Newroza cejna Arî li Rêber Apo, li şehîdên şoreşê, li gelê Kurd û Kurdistan û hemû gelên bindest pîroz dikim. Di civaka Mezopotamya de Newroz xwedî wate û girîngiyek mezin e. Bi taybet ji bo gelê Kurd ji ber dîrok û çanda ku ava kir Newroz tê wateyê nûbûn, avabûn, berxwedan û vejînê. Ji bo vê jî Newroz çavkaniya jiyanê ye li Kurdistanê ye. Rêber Apo bi rengekî berfireh vê rastiyê dinirxîne û heqîqeta Newrozê bi pêngava şoreşa Kurdistan hîn dewlemendtir dike. Rihê Newroz yê ku bi berxwedan û serhildanan ve hatiye xemilandin dike yek ji hêzên esasî ya tevgera Apoyî. Her wiha ji bo civaka Kurdistanê jî Newroz veguherand cewhera esasî û rihê berxwedan û serhildanan nûjen kir. Çawa di dîrokê de Newroz li hember Dehaqan, li hember zelaletan û zilmên wan serî rakirin û têkoşînê pênase dike, roja îro jî bi vê rastiyê ve girêdayî Rêber Apo hêzek, rihek mezin ava kiriye. Her çiqasî dijminên dagirker xwestin naverokê Newrozê vala bikin û bînin rewşeke wisa ku bi tenê pênaseyê agir, dîlan û strana bike jî; felsefe û bîrdoziya Apoyî li hember van polîtîkayên şerê taybet bû mertalek zindî û rihê Newroz li ser kokên wê ya dîrokî dubare şîn kir û wateya heyî kûrtir, berfirehtir kir. Bi tijîkirina 50 saliya Newroza Rêbertî û derbasbûnsa salvegera 51’emîn ve em îdîa dikin û helwest datînin ku wê ev sal bibe tunekirina dagirkeran û serhildanên ku di nav her çar beşên Kurdistan û civakên azadîxwaz de pêş bikeve. Ya herî girîng jî ev Newroz divê li hemû qadan veguhere li dijî tecrîdê serhildanan û da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê pêkanîn ji bo hemû çalakiyan bibe bingehek xurt. Pêwîst e hemû hewildan li ser vî esasî bin ku azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo nemîne Newrozek dîtir. Her wiha li Rojhilatê Kurdistan û Îran serhildanên ku bi rê ve diçin di Newrozê de veguherînin teqînek mezin û bi fikir û ramanên Rêbertî ve van serhildanan bilind bikin.”

Gerîlaya HPJ’ê Jiyan Dalaho: Em gerîlayên HPJ’ê diyar dikin Newroza sala 2723’an ew ê ji bo me bibe bingeha bilindkirina têkoşîna li hemberî tecrîdê û geşkirina şerê li hemberî dagirkeriyê. Bi taybet vê salê kirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo esasê sereke ye û pêwîst e hemû têkoşînê ku di vê salê de bi rê ve biçe li ser van esasan teşe bigre. Heman demê şoreşa jin ku li Rojhilatê Kurdistan û Îran bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ di pêşengiya jinan de bi rê ve diçe jî pêwîst e bi reng û wateya Newroz ve bixemile û bi rihek hîn berxwedêr û serhildêr geş bibe. Wek jinên Rojhilatê Kurdistan û Îran pêwîst e em bizanibin ku bîrdozî û felsefeyê Rêber Apo, bîrdozî û felsefeyê azadiyê ye. Wek jin pêwîst e çawa jiyan bikin, çawa têkoşîn bikin û çawa xwedî li hebûn û kedê xwe derkevin, pêwîst e ji bo vana li ser bingehê fikir û ramanên Rêber Apo bi rengekî berfireh lêhûrbûn bikin û veya veguherînin çalakiyên bihêz. Her wiha xwe li ser bingehê parastina cewherî rêxistin bikin û li hember rejîma dagirker ya Îranê têkoşîna xwe tûjtir û encamgirtir bikin. Heman demê gelê me jî pir baş dizane ku Rêber Apo rêberê jinan, rêberê gelan e. Rêbertî ev 50 sal in li hember her cure dagirkeriya Kurdistan, Rojhilata Navîn û cihanê têkoşînek, şerekî giran dimeşîne û ji bo vê jî pêwîst e em jî bi rihekî fedaîyane ji bo Rêber Apo têbikoşin. Êdî dem hatiye ku em Rêbertî bibînin, pê re bijîn û têkoşîna wî misoger bikin. Li ser van esasan pewîst e em wek jinên Rojhilatê Kurdistan û Îran bi rihê Newrozê berê xwe bidin çiyayên azad û li hember her cure dagirkerî û qirkirina li ser jin û civak bi rê ve diçe têkoşînek hîn radîkaltir bimeşînin. Heman demê wek hêzê ku van serhildanan dimeşîne pir erk û misyonên mezin dikevin li ser milê pêşengên vê şoreşê. Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îran bê ku asta çalakî û serhildanên xwe daxînin pêwîst e zêdetir xwe bi fikir û ramanên Rêbertî xurt bikin û têkoşîna xwe ya li hember rêjîma qirker dagirker kêlî bi kêlî bilindtir bikin. Di vê Newrozê de bi agirê azadiyê serhildanên xwe geş bikin û şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ pêk bînin.”

Gerîlayê YRK’ê Hêmin Mîrgever:  “Newroz ji bo me berxwedan e, serhildan e, serkeftin e û xwe gihandina rûmeta neteweyî ye. Bi avabûna tevgera Apoyî Newroz bi wateya xwe ya rasteqîn hate destgirtin û bû bingeha têkoşîna bi rihê Kawayan ya li hember dagirkeriyê. Ji destpêka têkoşîna azadiyê heta niha her kêlî bi rengekî dîrokî meşiya, roja îro jî em di pêvajoyên pir giran de derbas dibin dijmin bi hemû hewildanên xwe ve dixwaze gelê Kurd bê îrade bike û tune bike. Veya jî bi tecrîda girankirî ya li Îmrali dimeşe dike. Dijminê dagirker pir baş dizane ku Rêber Apo bûye çavkaniya jiyanê, Kurdistan û bi giştî mirovahî, ji ber vê jî hemû polîtîkayên xwe yên şer li hember Îmralî dîzayn dike û dixwaze encam bigre. Ji bo vê jî di vê Newrozê de bi rihê serfiraziyê li hember tecrîdê divê em têkoşîna xwe mezin bikin û vê salê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em bi hêza ku Rêber Apo di Tevgera Azadiyê de û gelê Kurd û Kurdistanê de daye avakirin, dikarin ji van dagirkerên qirker û faşîst re bibêjin ‘Edî bes e!’ û meşa xwe ya ber bi serfiraziyê bi encam bikin. Dema em mêze dikin bi  rengekî şênber dibînin ku ew rihê serhildêr, berxwedêr di şexsê berxwedana zindana Amedê de dubare şîn bû; hebûn, îrade û rûmeta civaka Kurd û Kurdistan bi hêz kir û heta roja îro bilind kir. Êdî civak bi zanebûnek mezin xwedî li îrade, nasname û hebûna xwe derdikeve. Yek ji mînakên vê rastiyê ya herî berbiçav şoreşa jinê ye ya ku bi durûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ pêş dikeve. Ev şoreş di pêşengiya  Rojhilatê Kurdistan de dest pê kir û di serî de li Îran û li hemû cihanê berbelav bû. Jinên ku xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo rêxistin kirin li hember pergala zilam serwer bûn hêzek mezin û bandora xwe li hemû jinên cihanê kirin. Bi rihê Newrozê bilindkirina têkoşînê, xwerêxistinkirin û meşa ber bi serfiraziyê wê bibe xwedî encamên mezin. Ya herî girîng jî divê em vê Newrozê bikin Newroza Rêbertî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ev jî li hember dagirkeriyê bi stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî pêkan e.”