Partiyên herêma Firatê dagirkeriya li ser Efrînê şermezar kirin

Partiyên siyasî yên herêma Firatê di salvegera dagirkeriya li ser Efrînê de daxuyaniyeke hevpar weşandin û dagirkerî şermezar kirin.

Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê, Partiya Lihevhatina Demokratîk a Kurd, Partiya Çep a Kurd, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Aştî û Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Siberoj a Sûriyeyê  yên Herêma Firatê bi wesîleya salvegera dagirkeriya Kantona Efrînê daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniya partiyên siyasî yên hevpar de ev tişt hate gotin:

 “Di ser bîranîna bi êş a dagirkirina Efrînê û gelê me yê têkoşer re 5 sal derbas bûn. Bajar û bajarokên Kantona Efrînê bi awayekî hovane hatin dagirkirin û bi awayek sistematîk qetilkirin û koçberkirina gel hat ferzkirin. Mal û milkê gel hatin desteserkirin û şûnwarên dîrokî hatin rûxandin. Tevî guhertina demografik, hemû kiryarên dijmirovî li hemberî gelên Efrînê tê kirin. Lê her kesî ji van kiryaran re çavên xwe girtiye.

Em vê bîranîna bi êş û karesata erdheja wêranker a ku êş û azara gelê me zêde kir, bi bîr tînin û tiştê ku hêzên dagirker di cîbicîkirina plana xwe ya nijadperest de nekarîn bikin, ji vê karesatê sûd wergirtin û projeyên xwe yên niştecihbûnê temam kirin. Gelê me ji cih û warên wan derxistin û bi darê zorê koçberî kampên dîasporayê kirin. Alîkariya gel hatin astengkirin û sûdê ji vê yekê wergirtin.

Li ser vê bîranîna bi êş em êrîşên dagirkirinê û pêkanîna dijmirovahiyê şermezar dikin û dengê xwe bilind dikin û bang li saziyên navneteweyî dikin ku dev ji van kiryaran berdin, dawî li dagirkeriya dewleta Tirk û komên girêdayî wê bînin û çareseriyeke lezgîn ji êş û azarên gelê me yên li Efrînê re bibînin.”