Newroza li Geverê: Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate qîrîn

Li Geverê li gel baranê û sermayê jî bi hezaran kes li qada Newrozê li hev civiyan. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate qîrîn.

Li gel serma û baranê jî li navçeya Gever a Colemêrgê Newroz bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Di çarçoveya Newroza bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” tê pîrozkirin de bi hezaran kes herikîn Stadyuma Yenîşehîrê ku pîrozbahî lê tê lidarxistin. Bi hezaran kesên cil û bergên kurdî li xwe kirin, bi flamayên rengên kesk, sor û zer meşiyan. Bernameya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî girseyê dirûşmên “Şehîd namirin” û “Em ê bi berxwedanê ser bikevin” berz kirin.

Yek ji daxwazên sereke yên di Newroza îsal derketî pêş jî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bi hezaran kesan bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê ser bikevin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin.

Her wiha kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dayîn jî nehatin jibîrkirin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Erdogan îstîfa bike” û “Hikûmet îstîfa bike” berz kirin. Di axaftinên hatine kirin de jî ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re peyam hatin şandin. Axaftin gelek caran bi dirûşmên “Hikûmet îstîfa bike” û “Bijî Serok Apo” hatin birîn. 

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede ji ewil qurbaniyên erdhejê bi bîr anî û wiha got: “Em hesabê bipirsin. Li pêşiya me hilbijartinên girîng hene û xelkê Geverê dê bersiva pêwîst bide van. Bi sala ye bi zilm, şer, xizaniyê vî welatî birêve dibin. Em ê tecrîdê têk bibin. Em ê tecrîda li ser birê Ocalan bi dawî bikin. Weke gelên Tirkiyeyê em baş dizanin ku muxatabê pirsgirêka birêz Ocalan e. Dema ku deriyên Îmraliyê vekirî tu pirsgirêk çênebûn. Divê tavilê bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin.” 

Girseyê gelek caran bi dirûşma “Bijî Serok Apo” axaftina Dede birîn.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got, “Her Kurdek li dijî Dehaqan weke Kawayê Hesinkar li ber xwe dide. Bi girankirina tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan re hewl didin îradeya gelê kurd bikin hedef. Lê belê gelê kurd dê xwedî li îradeya xwe derkeve. Em ê li dijî tecrîdê têbikoşin. Tecrîd ne tenê bi Girava Îmraliyê re bisînor e lê li tevahiya qadan belav bûye.”

Bi domdarî Beştaş bal kişand ser hilbijartinên 14’ê gulanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê hesabê ji hikûmetê bipirsin. Ew îstîfa nakin lê hûn dê wan ji wir bînin xwarê. Em bi hemû hêza xwe ji bo hilbijartinan amadekariyan dikin. Di vê hilbijartinê de mohra herî mezin dê HDP lê bide. HDP, di hilbijartinê de diyarker e û em çawa bixwazin dê wisa tevbigerin. Em ê wê nifteyê, ji bo rojên azad û rojên ku bêyî tecrîd biafirînin. Me li ber xwe da û xwe gihand van rojan û dê ev berxwedan bidome. Em ê teqez bi ser kevin. Ji me tenê yek kes jî bimîne dê îradeya xwe temsîl bikin.”

Piştî axaftina Beştaş jî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxistin. Ji ber baranê agirê vêneket û li ser vê yekê ciwanan sakoyên xwe avêtin nava agirê û agirê Newrozê gur kirin. Bi vêketina agir re bi hezaran kesan bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
Piştre jî Hîwron derket ser dikê.