KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Her der Newroz her dem Azadî
KCD, TJA, DBP û HDP'ê bi dirûşma "Her der Newroz, her dem Azadî' deklerasyon eşkere kirin. -
HPG'ê şehîdê berxwedana Xwerêveberiyê Azad Serdem bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîla Haci Oran bi nasnav Azad Serdem bi bîr anî ku sala 2016'an li Nisêbînê di Berxwedana Xwerêveberiyê de şehîd bû. -
Karasû: Têkoşîna gelê Kurd wê encamên hilbijartinê diyar bike
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd wê encamên hilbijartinên li Tirkiyeyê diyar bike û got, "Eger azadî û demokrasî wê bê Tirkiyeyê, ev jî bi hêza Tifaqa Ked û Azadiyê dibe." -
'Dijmin li hemberî gerîla têk çû'
Gerîlaya YJA Starê Kajîn Brûsk têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê axivî û got, "Bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî nîşan dide ku dijmin li hemberî gerîla têk çûye." -
Herêmên Parastinê yên Medyayê 68 caran hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker 68 caran bi çekên giran êrîş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. -
Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Baerbock li Şengalê ye
Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock serdana Şengalê kir. -
HPG: Bi fedaîtî ber bi şehadetê ve meşiyan
HPG: Fermandarê Eyaleta Dersimê hevrê Yaşar Botan, endamê Fermandariya Eyaleta Dersimê Şevger Semsûr û hevrêya me Arjîn Sarya bi wêrekiyeke mezin heta dawiyê li dijî dijmin şer kirin û bi lehengî şehîd bûn. -
'Îradeya min bi eşqa azadiyê bi wate bû'
"Li qadên gerîla min hestên herî pak û nirxên mirovahiyê dît. Vê yekê têrê kir ku bibim aşiqê jiyana gerîla. Di nava şert û mercên herî giran de jî xurt bûm. Îradeya min bi eşqa azadiyê bi wate bû." -
PJAK: Jehrîkirina xwendevanan êrîşa li ser civakê ye
PJAK'ê diyar kir ku jehrîkirina xwendekarên keç êrîşek li ser civakê ye û got, "Wek PJAK em piştgiriyê didin nerazîbûnên mamostayan ên ji bo parastina rûmeta xwendekarên jin nîşan didin." -
Jinek li Êlihê hate qetilkirin
Li Êlihê Mûrat Atilgan, jina pê re zewicî bû Tûba Atilgan qetil kir, ku li ber cihêbûnê bûn. -
'Jin fikra xwe a azad, xwebûn û xwezaya xwe ji çiya digirin'
Şervanên HPJ’ê: Cihê jinê komalgeh nîne, çiyayên azad in. Pal, pişt û parastina me çiyayên Kurdistanê ne. -
Temellî: Hêviyek mezin heye
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî diyar kir ku tehemula kesî li hemberî vê desthilatdariyê nemaye û got: “Hêviyek mezin heye ku mirov dikarin bi têkoşînek hevpar ji vê zihniyetê rizgar bibin.” -
Hevserokê HDP'ê yê Bazarcixê jiyana xwe ji dest da
Hevserokê HDP'ê yê navçeya Bazarcixê Erdal Îper ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. -
KNK’ê serdana Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê kir
Şandeya KNK’ê ku serdanên aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê dike, îro serdanî Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê kir. -
Ji girtîgeha Amedê 300 girtî hatin sirgûnkirin
Li gorî agahiyan ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê 300 girtî sirgûnî cihekî nediyar hatin kirin. -
OHD: Êrîşa nijadperestî ya li ser Amedsporê ji bo kuştinê bû
Şaxê Amedê yê OHD'ê têkildarî êrîşa nijadperestî ya li ser Amedsporê bi 8 sûcdariyan gilî kir û diyar kir ku êrîş ji bo kuştinê hate kirin. -
Li Amedê xisareke giran li zêdeyî 3 hezar avahiyan bûye
Li gorî daneyên ku ji aliyê Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr ve hatin eşkerekirin, li Amedê xisareke giran li 3 hezar û 252 avahiyan bûye. -
HPG: Qadên gerîla 79 caran hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker 79 caran bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe li qadên gerîla barand. -
Malbata Şenyaşar ji bo 'pêvajoya tarî bi dawî bibe' find vêxist
Malbata Şenyaşar ku ji sala 2018'an û vir ve ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin nobedê digire, ji bo kesên di erdhejên 6'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dan û û ji bo edaletê find vêxist. -
'Em di wê pêvajoyê de ne ku sîstema konfederalîzma jinan ava bikin'
"Niha em di wê pêvajoyê de ne ku sîstema konfederalîzma jinan ava bikin û jin xwe di vê sîstemê de bi rêxistin bikin. Bi şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' mêr pê dihese ku ew jî çiqas kole ye." -
Dûrmaz: Efûya Avadaniyê rîskeke mezin e
Serokê Şaxê Wanê yê Odeya Endezyarên Avadaniyê Firat Dûrmaz diyar kir ku piştî erdheja 2011'ê ya li Wanê li hemberî erdhejeke gengaz ti amadekarî nehatiye kirin û got, hîn jî 11 hezar avahiyên xisar li wan bûye, nehatine hilweşandin. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê konê sersaxiyê hat danîn
Ji bo gerîlayê HPG‘ê Şoreş Germiyan ê sala 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Kelarê konê sersaxiyê hat danîn. -
‘Em serî li hember gefên we natewînin’
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê êrîşa nîjadperestî ya li hemberî Amedsporê protesto kir û got, “Yên ku hemberiya kujerên salên 90’î dikin, bila bibihîzin; wê tu kes li hemberî gefên xwe serî netewîne û bêdeng nemîne.” -
Şengaliyan li dijî sîxurtî û êrîşan meşiyan
Şengaliyan li dijî sîxurtî û êrîşan meşekî girseyî lidarxistin. Di meşê de diyarkirin ku hikûmeta Iraqê berpirsê êrîşên li Şengalê ye. -
'Em bi hev re li ber nijadperestiyê rabin'
Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Amedê xwedî li Amedsporê derket ku êrîşa nijadperestî lê hatibû kirin û got, "Em bi hev re li ber nijadperestiyê rabin."