Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Newroza Tetwanê: Heta ku Dehaq hebin wê Kawa jî hebin

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya Newrozê de hate şermezarkirin û hate gotin, "Heta ku Dehaq hebin wê Kawayên şoreşger jî hebin."

Pîrozbahiya Newroza Tetwanê li Qada Fûarê hat kirin. Tevî hemû dorpêça polîsan jî bi hezarna kes tev li bû û li gel baranek zêde dibariya jî welatî bi cilên xwe yên rengîn ên kurdewarî qadê xemilandin. Di pîrozbahiyê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û gelek dirûşmên din hatin berzkirin. Xelkê dirûşma “Hikûmet îstafa” jî berz kir. Parlamenterên HDP’ê Şevîn Coşkûn û Celaded Gaydali û rêveberên HDP, DBP, Partiya Çep a Kesk beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahiyê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo qurbaniyên erdhejê û cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Hevserokê HDP’a Tetwanê Mûrat Şahîn gel silav kir û nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da.

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn jî derket ser dikê gel silav kir û wiha axivî: “Silav li Mazlûm Dogan, Rahşan, Semayan be. Mixabin em îsal bi xema erdhejê Newrozê pîroz dikin. Dewletê li herên erdhejê xelkê bi tenê hişt. Dewlet tenê li dijî kurdan mezinahiya xwe nîşan dide û zext û îşkenceyê li kurdan dike. Em ê di hilbijartina pêşiya me de vê îktidara riziyayî biqewirînin. Ev îktidar dixwaze emre xwe bi polîtîkayên şerê li dijî kurdan dirêj bike. Bi salane li ser birêz Ocalan tecrîd tê birêvebirin. Em wek HDP’ê dibêjin, em ê ji bo jiyanek wekhev û azadî tecrîdê rakin û têkoşîna xwe bidomînin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Mahmût Celaded Gaydali jî axivî û got: “Em tevî astengiya walî, emniyetê û şilî û tofanê jî li vir in. Her ew me asteng bikin jî lê me agirê Newrozê gur kir. Em ji qesr û qewraşên wan natirsin. Heta ku Dehaq hebin wê Kawayên şoreşger jî hebin.”

Dayikên Aştiyê û siyasetmedaran agirê Newrozê vêxist. Piştre hunermend Talat Yeşîl derket ser dikê û strî.