YJA Star: Ti hêz nikare pêşiya gelê Kurd bigire!

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di peyama xwe ya Newrozê de got, "Ji niha û pê ve ti tişt nikare pêşiya jinên Kurd û gelê Kurd bigire."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya 21'ê Adarê Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Newroz navê israra di jiyana azad de ye.

Di daxuyaniya YJA Starê ya Newrozê ku tê de banga gurkirina agirê azadiyê hat kirin de wiha hate gotin:

“Em di van rojên şîn de ku gelê me di nava wêraniyê û êşên mezin de derbas dibe de Newrozê pêşwazî dikin. Em dizanin ku wateya rast a Newrozê ne tenê coşa cejnê ye, israra di berxwedan û jiyana azad de ye, em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê Newroza îsal bi wateya wê ya rastîn pîroz bike, hêviyê mezin bike û berxwedanê bilind bike. Em vê rojê li hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi taybetî li gelê xwe yê êş kişandî û li Rêbertiya xwe ku temsîla ruhê rast ê Newrozê dike pîroz dikin û em soz didin ku em ê tola hemû êşên gelê  xwe hilînin, em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û bi hilweşandina sîstema êşkenceyê ya li ser Rêbertiya me tê ferzkirin re azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin.

Em êşa bi hezaran kesên ku ji ber polîtîkayên rantê yên dewletê di nav avahîyên rizî, bêbingeh û xirbeyan de jiyana xwe ji dest dane di dilê xwe de dijîn. Em dizanin ku li ser bi hezaran gelê me ne beton û hesin, dewlet hilweşiyaye. Komkujiya di erdhej û lehiya dawî de hat jiyîn, qirkirineke sîstematîk e. Eşkere ye ku ev polîtîkayeke pir bi zanebûn a dewleta qirker e. Tevî zanistî û teknolojiya îro ewqas pêşketî, li deverên erdhejê tedbîr nehatin girtin. Berovajî vê, bi keda erzan û malzemeyên sexte li şûna avahî, gora gelê me hatine avakirin. Mîna ku êşên gelê me yê Elewî, Tirkmen, Ereb û Kurd ku piraniya wan xizan in di erdhejê de jiyane ne bes be, bi karesatên lehiyê yên ji aliyê binesaziya hilweşiyayî ve hatin anîn re jî rû bi rû man. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê polîtîkayeke ku bi zanabûn mudaxele li van herêman neke, mudaheleya wan dereng bixe, pêşî li kesên ku dixwazin mudaxele bikin bigire û bêçare dihêle û wan bi xwe ve girê dide, xistiye meriyetê. Faşîzma AKP-MHP’ê ku ev zêdetirî bîst sal in hemû nirxên gelê me îstîsmar dike û bûye bela, vê carê jî xwestiye bêçaretî û êşên gelê me veguherîne rantê. Li dijî wê tişta bê kirin, divê ne di nava şîn, bêçaretî û bêhêvîtî be, divê bi hêza nûbûna Newrozê re em rabin ser piyan. Divê em bi ruhê Newrozê rabin ser piyan û li ber xwe bidin, şîna xwe veguherînin serhildanê û windahiyên xwe veguherînin serketin û serfiraziyê. Çawa ku bi hezaran sal berê Ereb, Fars û Kurdan dest dan hev û li hemberî zilma Dehakan rabûn û zordarî têk birin, divê îro jî Tirk, Kurd, Ereb, Elewî û Sûnî dest bidin destê hev û vê zilma faşîst têk bibin. Bahar peyama ku dawiya faşîzma AKP-MHP'ê gelekî nêzîk e dide me. Di serî de jin divê hemû gelê me bi hêvî bin û ji manewiyeta ku bi hevgirtinê hatiye afirandin hêz bigirin û li dijî faşîzmê derkevin. Niha dema rizgarî ji faşîzma mêtinger e, dem hatiye ku gelê me bi hêviya siberoja hevpar di serketinê de bicive. Di vê Newrozê de wê gelên me bi hevgirtinê  dest bidin hev û zilmê têk bibin.

Ji Mazlûman ku li zindana Amedê bi pêxistina sê derbikên niftikê ruhê Newrozê zindî kir, heta bi Zekiyeyan ku li ser bedenên Amedê bi bask bû, ji Rahşanan ku li metropolên Tirkiyeyê bû qîrîna dilê gelekî ku dişewitî heta bi Semayan ku roj di dilê jinan hemûyan de neqişand û kir qiblegeh, heta bi Bêrîvan û Ronahiyan ku xweliyên xwe li Ewropayê reşandin û mizgîniya jinûve hebûnê dan gelekî, her Newroz ji bo me bûye roja bidestxistina rûmeta azadiyê. Di her Newrozê de jin a Kurd a esîl jinûve ve çêbûye. Her Newrozê mirovên Kurd ên bi rûmet jinûve afirîne. Newroz cejna Kurdên esîl e. Newroz roja serkeftina gelên ku rûmeta xwe rizgar kirine ye. Newroz Sara û Rûken e ku di mejiyê dijmin de li dijî zalimên ku hewl didin gelan bikin kole xwe diteqînin û ji bo rizgariya gelê xwe têdikoşin. Newroz horsa azadiyê ya destê gerîlayên ku li dijî mêtingeriya faşît ji Amed, Avaşîn, Dêrsim, Zap, Botan û Heftenînê û li her derê Kurdistanê belav dibê ye.

Newroz meşaleya azadiyê ya jinên bi qîrîna dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî' ye. Newroz ronahiya hêviyê ye ku di bedenên Veysî Aktaş û Mehmet Akar de geş dibe. Newroz navê gelê ku bi helwesta Mazlûm, Zekiye û Ronahî li dijî êşkence, mêtingerî û asîmlasyonê derketiye. Newroz navê jina ku xwedî baskên azadiyê ye. Mazlûm, Zekiye, Rehşan, bêrîvan, Ronahî, Sara, Rûken, Veysî û Mehmet bûn navê Newrozê. Gelê Kurd bûn navê Newrozê.

Di encama têkoşîna bêhempa ya Rêbertî ya 50 salî, berxwedana gelê me û xwîna bi hezaran şehîdên me, me van rojan bi dest xist. Şoreşa azadiya gel bi gerîlayên fedaî, bi dirûşmeyên azadiyê yên jinan ku li kolanan deng veda û bi ciwan û pîrên ku di şewitandina bedena xwe de dudilî nebûn de biser ket. Gelê me li hemberî hemû zehmetiyan li ber xwe da, ewladên xwe yên herî delal di rêya azadiyê de feda kir û bi milyonan Newroza birûmet pîroz kir. Êdî Tevgera Azadiya Kurd ji hemû jinên cîhanê û gelê bindest re pêşengî dike û gelê ku bi vê yekê serbilinde, hatiye afirandin. Ji niha û pê ve ti hêz nikare pêşiya jinên Kurd û gelê Kurd bigire. Berdêlên ku li Avaşîn, Zap, Dêrsim, Serhed, Qendîl û Xakurkê hatine danîn, ne bê wateye. Gelê Kurd berbanga serketinê dijî. Di vê Newrozê de wê roj derkeve, mirovahî ji tarîtiyê rizgar bibe û em ê bi Rêberê xwe re azad bijîn. Weke hêzên YJA Starê em soz didin ku em ê bi hêviya ku Sara û Rûkenan xurt kirine û agirê ku şehîdên me yên Newrozê pêxistine re, li lûtkeyên çiyayan bibin mizgîniya serkeftinê.

Weke YJA Starê em ê vê Newroza ku me bi îdîaya Rêbertiya Azad pêşwazî kir, veguherînin sala Rêbertiyê. Weke gerîlayên YJA Starê em ê bibin hêza pêşeng a Newrozê ku meşaleya kêliyên serkeftinê hildigirin. Di pêşengiya hêza jinê ya YJA-Starê de em ê têkoşîna xwe di xeta fedaî de mezin bikin û mîrateya berxwedanê ya ku ji Mazlûm, Zekiye Alkan, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema û gelek lehengên din wergirtine bi mîrateya Sara û Rûkenan re bigihînin  serkeftinê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dora Newroza Rêbertiyê bicivin û bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ agirê azadiyê geş bikin.”