Newroz li Îdirê hate pîrozkirin: Em ê ji vê desthilatdariyê xilas bibin

Şêniyên Îdirê li qada Newrozê li ber tecrîda li Îmraliyê rabûn û gotin, "Em ê di 14'ê Gulanê de ji vê desthilatdariya zordar rizgar bibin."

Li Îdirê pîrozbahiya Newrozê ji aliyê Kurd, Tirk, Terekeme û Azeriyan ve hate kirin. Pîrozbahî li Qada Newrozê pêk hat û qad bi alên partiyên HDP, DBP, Partiya Çep a Kesk hate xemilandin.

Jinên Îdirê bi cilên xwe yên gelêrî û xemla xwe tev li Newrozê bûn û dîmenên bedew ketin ber objektîfan. Beşdariya zêde ya ciwanan jî bal kişand ser xwe. Li qadê bênavber dirûşmên “Hikûmet îstîfa” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê û cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Hevserokê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Sekman destpêkê axivî û qurbaniyên erdhejê bi bîr anî. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Îdirê Bahar Etrecî jî bal kişand ser hilbijartina 14’ê Gulanê û got: "Em ê bi vê coş û kelecanê di 14’ê Gulanê de ji vê desthilatdariya zalim xilas bibin. Em ê bi ruhê Newrozê qedera welat di 14’ê Gulanê de biguherînin."

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê Aynûr Sarica jî destnîşan kir ku dîroka Kurdan dîroka berxwedanê ye û got: "Îro li Îmraliyê tecrîd û êrişek dijwar heye. Tecrîd li hemû girtîgehan û li ser tevahiya welat belav bûye. Heta azadkirina girtiyan wê têkoşîna me bidome."

Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk jî qurbaniyên erdhejê bi bîr anî û wiha axivî: “Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê gelê me di bin kavilan de hişt û terkî mirinê kir. Em li vir carek din dibêjin ku em heqê xwe li we helal nakin. Ev hikûmet dijminê gelê Kurd e. Hemû çavkaniyên welat ji bo şerê li dijî gelê Kurd tê xerckirin. Teqez em ê vê desthilatdariyê biguherînin. Tecrîdek giran li Tirkiyeyê heye. Birêz Abdullah Ocalan di bin şert û mercên giran ê tecrîdê de ye. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Em dibêjin tavilê vê tecrîdê bi dawî bikin.”

Parlamnetera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy jî anî ziman ku ew ê bi şîna qurbaniyên erdhejê û bi berxwedanê hesab ji vê desthilatdariyê bixwazin.

Jinan agirê Newrozê vêxist. Piştre jî hunermend Hediye Alkan derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.