HPG: Di nava rojekê de 16 caran bombe li çeperên berxwedanê hate barandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku ku dewleta Tirk a dagirker 16 caran bombe li çeperên berxwedanê barand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên 18'ê Adarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;

18'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

18'ê Adarê li qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 15 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."