Rêveberiya Xweser a Şengalê peyama sersaxiyê weşand

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ber şehadeta 9 şervanên QSD'ê peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyama Rêveberiya Xweser a Şengalê de wiha hate gotin:

"Bi navê Rêveberiya Xweser ya Şengalê em di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdan, QSD’ê û tevahiya gelê xwe ê Rojavayê Kurdistanê re dixwazin.

Di vê demê de bûyerek bi vî awayî, ji bo tevahiya gelên azadîxwaz û ji bo me gelê Şengalê jî bûyerek bi êşe. Wek tê zanîn ji dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an heya roja meya îro, ê ku li kêleka me sekinî û ji gelê me re canê xwe dikirin feda, gelê Rojava, saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bûn.

Bi têkoşîna hevpar me bi saziyên Rojava re, herwiha bi hêzên wê yên parastinê re karî ezmûna li Rojava heya astekê li Şengalê bidin avakirin. Herwiha jin û zarokên me ên di encama xiyaneta 3’yê Tebaxê de ketin destê DAIŞ’ê û di bazaran de hatin firotin, bi vê têkoşîna hevpar ya bi hêzên parastinê ên Rojava re, yek bi yek tên rizgarkirin. Tevî ku li ser erdê herêmên dibin dagirkeriya DAIŞ’ê de nemane, lê têkoşîna QSD’ê a ji bo rizgarkirina jin û zarokên gelê me, heya niha jî dewam dike.

Şehîdbûna şervan û fermandarê Yekîneyên Antîterorê di vê dema ku planên dagirkeran li ser gelê me û heremê heye, xisarek mezin bû.

Em êşa gelê xwe yê Rojava parve dikin, li kuderê gelên li azadiya xwe digerin têkoşîn bikin, wê bedel jî hebin. Li ser vî bingehî em sersaxî ji tevahiya gelê Kurd, malbatên şehîdan re dixwazin, emê bi têkoşîna hevpar bigihin xewn û xeyalên şehîdan."