Xelkê Dersimê agirê Newrozê dada

Newroza 2023 a li Dersimê bi dirûşma 'Her der Newroz, her dem azadî' destpê kir.

Di çalakiya Newrozê de ya li Dersimê, ji bo bîranîna qurbaniyên erdheja li Mereşê qisekeran û hunermendan kincê reş li xwe kirin.

Endamên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kesk Çep, Partiya Kedê (EMEP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê, rêxistinên civakî yên sivîl û endamên Meclîsa Partiyê yên HDP û DBP'ê tevlî pîrozbahiyê bûn.

Şêniyên bajêr li Kolana Hunerê li hev kom bûn û ber bi qada Seyîd Riza ve bi dirûşmên "Bijî Newroz", "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, Jiyan, Azadî" meşiyan.

Piştî meşê agirê Newrozê hate dadan û li gel baranê jî pîrozbahî dewam dike.