Şêniyên Wanê bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' diherikin qada Newrozê

Li gel baranê jî bi hezaran kes ji deverên cuda yên bajêr ber bi Parka Newrozê ve diherikin.

Bi hezaran kesên li nuqteyên cuda yên Wanê li hev kom bûn, ber bi Parka Newrozê ya li quntara Keleha Wanê diherikin. Ji gelek taxên navçeyên Tûşba, Rêya Armûşê û Artemêtê bi hezaran kes bi rê ket û li gel baranê jî ber bi qada Newrozê ve diherikin.

Ji taxên navendê û bejahî bi hezaran kes piştî ku di 4 nuqteyên lêgerînê re derbas dibin, dikevin hundirê qadê. Piraniya beşdaran kincên gelêrî li xwe kirine.

Tim û tim dirûşma "Bijî Serok Apo" tê qîrîn. Ji ber erdhejê dahol û zirne nayê bikaranîn. Her wiha li ser dikê stranên bi coş nayên gotin.

Di Newrozê de ku wê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê qîrîn, bi deh hezaran mirovên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan wê bêne bîranîn.