'Newroz wê bibe bîranîn û destpêka serxistina pêvajoya hilbijartinê'

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan destnîşan kir ku Newroza 2023'an wê hem bîranîn be hem jî destpêka serxistina pêvajoya hilbijartinê be.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji aliyekî ve xwe ji bo Newroza 2023'an amade dike, li aliyê din jî hewl dide amadekariyên xwe yên li ser hilbijartinên îsal bi dawî bibe.

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan li ser motîvasyona vê pêvajoyê ji ANF'ê re axivî. Ceylan diyar kir ku Newroz ji bo Kurdan her tim bûye destpêka pêvajoyeke girîng û bi wate. Ceylan destnîşan kir ku Newroz her sal bernameya polîtîk diyar dike.

NEWROZ WÊ BI RENGÊ BÎRANÎNÊ BE

Zeyyat Ceylan got, "Siyaseta Kurd û gelê me karên ku dixwaze di nava salê de bike bi giranî di Newrozê de nîşan dide. Lê belê îsal em piştî erdhejê Newrozê pêşwazî dikin, piştre jî dikevin pêvajoya hilbijartinê. Lewma Newroz çawa ku ji bo me nîşaneya vejîn û têkoşînê ye, îsal wê di heman demê de bi rengê bîranînê jî derbas bibe. Ji ber ku hêzên serwer dixwazin ku pêvajoya erdhejê bidin jibîrkirin. Hîn birîn teze ye, lewma divê mirov wê nedin jibîrkirin. Newroz jî yek ji dînamîkên herî girîng ê vê yekê ye."

DESTPÊKA SERXISTINA PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ

Ceylan bal kişand ser hilbijartinên 2023'an û destnîşan kir ku hilbijartinên berê jî bêguman girîng bûn û got, "Ev hilbijartin ji bo siyaseta demokratîk û rêxistinên civakî yên sivîl gelekî bi wate ye. Ji bo têkbirina hikumeta AKP-MHP'ê ku dema xwe bi dawî bûye, pêvajoyeke gelekî girîng e. Ji bo ev pêvajo bi rengekî baş bê nirxandin, Newroz xwedî wateyeke gelekî mezin e. Lewma Newroza îsal ji bo me xwedî sê wateyan e. Ya yekemîn; hem vejîn, têkoşîn e, ya duyemîn; bîranîna mirovên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, ya sêyemîn jî wê bibe destpêka serxistina pêvajoya hilbijartinê."