PAJK: Newroz dîroka vejînê û têkoşîna li dijî zilmê ye

"Qadên Newrozê veguherînin dadgehkirina Erdogan-Bahçelî. Li şûna şînê bigre, gelê me wê hêrsa xwe di hindurê xwe de bipêçe di vê Newrozê de bi dengekî bilind hesap ji desthilata AKP-MHP’ê ya qirker bipirse."

Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya Newrozê li ser malpera xwe ya înternetê pajk.org peyamek bi sernavê "Newroz dîroka vejînê û têkoşîna li dijî zilmê ye, weşand.

Peyama PAJK'ê bi vî rengî ye:

"Newroz, roja têkoşîn û serfiraziya bi hebûn û nasnameya azad e. Em, Newroza Rêbertiya azad a 2023’an û ya 51’emîn tekoşîna azadiyê, li Rêber Apo pîroz dikin. Li jin, ciwan, gelê Kurd û li tevahî gelên Rojhilata Navîn ku bi têhna rojê û bi coşa jiyana azad ji nûve vejîn dibin pîroz dikin. Em cejna Newrozê li hevrêyên me yên li Zap, Metîna, Avaşîn û li her devera çiyayên Kurdistanê bi ruhê şehîdên Newrozê li ber xwe didin û li hemû hevrêyên di girtîgehan de li hemberî zilmê têdikoşîn pîroz dikin. Em şehîdên Newrozê, afrînerên felsefeya jiyana azad û mîmarên xeta berxwedanê pêşengê partiya me Mazlûm Doğan, xwedawendên di agirgeha Newrozê de bûne remza tekoşîna azadiya jinê Rehşen, Zekiya, Ronahî, Bêrîvan, Sema Yüce û hemû şehîdên şoreşê bi heskirin, minet û bi rêzdarî bi bîr tînin.

Em şehîda yekem a partî û artêşa me hevrê Besê Anûş ku di 17’ê Adara sala 1981’an de şehîd bû, bi şehadeta xwe bû hîmê avakirina têkoşîna azadiyê û pêşxistina şoreşa jinê bi bêrîkirin û heskirin bi bîr tînin. Xeta tekoşîna azadiya jinê ya ku ji Besê Anûşan destpêkir û heta Raperînan gav bi gav mezin bû, di roja îro de di biharekî nû de bi agirê Newrozê xwe ji nû ve vejîn dike. Bîrdozî û nasnameya jina azad di bin pêşengiya van milîtanên Apoyî de hate avakirin. Coşa Newrozê di bedena Besêyan de geş bû, veguherî Zekiya, Rehşen, Bêrîvan, Ronahî û di roja îro de bû Raperîn.          

Em di sal û pêvajoya nîv esrî ya têkoşîna azadiyê de ne. Rêbertiya me bi berxwedaneke dîrokî ya bêhempa dîroka gelê Kurd û şoreşa wê, li ber ronahiya agirê Newrozê bi tîpên zêrîn nivîsand. Bi soz dayîna mezin a şehîdan, gelê Kurd bi Newrozê vejîn kir. Rêber Apo, di salên ku çirûskên agirê Newrozê li ber vemirandinê bûn dest bi meşa azadiyê û şoreşa Kurdistanê kir. Ew çirûsk gur kir û veguherand rastiya gelekî têkoşer û berxwedêr. Îro dem ew demê jin û gelê Kurd yê berxwedêr bûyî di sala 51’emîn a tekoşîna azadiyê de, Newroza 2023’an bi Azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê re tacîdar bike.       

Cejna Newrozê, li Kurdistanê yek ji cejna herî qedîm a gelê Kurd û hemû gelên Arî ye. Di heman demê de bîr û hafîzeya berxwedan û tekoşîna gelan a li dijî zilmê ye. Newroz, cejna neteweyî ya gelê Kurd e. Ji lewra hem helweste li dijî zilmê hem jî roja vejînê ye ji bo gelan. Wekî kevneşopî rehên xwe kûr berdaye nav şaneyên jin, ciwan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn.

Di dîrokê de Newroz, li hemberî tarîtiya zilmê, kedxwarî û zihniyeta mêtîngeh ya mêr li ser jin, ciwan û gelan pêk hatî bûye, sembola tekoşîn û berxwedanê ji bo gelan. Zihniyeta desthilatdar a serdema niha ku li ser mîrateya deheqan serdestiyê li ser jin, ciwan û gelan pêşdixîne her tim li hemberî kevneşopiya berxwedêr a gelan ku di pêşengiya jinê de domiye, hewla çewisandina wê da ye. Dîroka serdestan bi vî awayî her tim xwedayên xwe yên tarîtiyê temsîl dikin ava kiriye. Di serdema Modernîteya Kapîtalîst de carekî din mirovahî bi tarîtiyê re rû bi rûye. Viya bi şer, tûndî, qirkirin, kuştin û çanda tecewûzê li dijî jinan û gelan pêk tînin. Di serî de li ser jin û gelê Kurd, li ser hemû gelan faşîzmekî bê hed û hesab pêşdixînin. Desthilata AKP-MHP’ê ya qirker û faşîst mînaka vê yekê ye. Êdî tû ferqa deheqê zalim û Erdogan nîne. Xwediyên pêkanînê cûda bin jî lê, zihniyet heman tişte. Gelan agirê Newrozê li dijî vê zihniyetê û zilmê dada. Tekoşîna azadiyê ya 51 salan ku bi pêşengiya Rêbertiya me didome bersiva herî manîdar daye vê pergala desthilatê. Gelê me û jinên Kurd bi vê bîr û baweriya bi tekoşîna azadiyê wê, Newroza sala 2023’an pêşwazî bikin. Gelê me di her kêliya tekoşîna nîv sedsalî de berdêlên giran dan, ked û fedkariyên mezin raber kir lê, tû carî hêvî û baweriya xwe ji serxistina tekoşînê qût nekir. Bû şahidê her kêliya tekoşîn û berxwedana dîrokî ya meşa azadiya Rêber Apo. Li ser vî esasî Newroza 2023’an Newroza Rêbertiyê ye, di heman demê de daneheva tekoşîna azadiyê ya 51 salî ya jinên Kurd û gelê Kurd e. 

Gelê me di pêvajoyeke pir giran de roja nû, cejna vejînê Newrozê pêşwazî dike. Lê têkoşîna 51 salan ispat kiriye êş, zor û zehmetî çi dibin bila bibin teqez serketin ya jinan û gelê me ye. Di vê demê de gelê me jinan ev hêvî, bawerî û helwest bi tekoşîna xwe nîşan daye. Hevgirtina gel û jinan ya di erdheja 6’ê Sibatê de mînaka vê yekê bû. Sekin û biryardariya mezinkirina tekoşînê ya di 8’ê Adarê de ku jinan da nîşan helwesta bihêzbûn û meşa teqez serxistinê ye. Li ser vî bingehî em, beşdariya jinan a 8’ê Adarê silav dikin. 

Divê bi vî ruh û coşê di serî de jinên Kurd, ciwan û tevahî gelê me biherikin qadên Newrozê. Qadên Newrozê veguherînin dadgehkirina Erdogan-Bahçelî. Li şûna şînê bigre, hêrsa xwe di hindurê xwe de bipêçe ew ê di vê Newrozê de bi dengekî bilind hesap ji desthilata AKP-MHP’ê ya qirker bipirse. Li ser vî esasî wê ji heft heta heftê salî gelê me, biherike qadên Newrozê. Gelê me yê li Bakûrê Kurdistan- Tirkiyê, gelê me yê li her devra Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi vê berpirsyariyê qadên Newrozê tije bikin. Li dora Rêbertiya xwe bi pêxistina agirê Newrozê bibin stargehên parastina şoreşa Kurdistanê. Sekin û helwesta jin, ciwan û gelê Kurd û gelên Tirkiyê di Newrozê de çibe wê di hilbijartinan de jî xwe nîşan bide. Ji ber wê ev Newroz ji bo tekoşîna gelan û tekoşîna jinan xwedî girîngiyekî dîrokî û stratejîk e. 

Em cardin roja nû, cejna vejîn û azadiyê ya gelên tekoşînvan û jinên di vê sedsalê de bi dirûşmeya JIN, JIYAN, AZADÎ li ber xwe didin û şoreşa azadiyê gav bi gav dihûnin Newroza wan pîroz dikin. Rêbertiya azad yê ku em bi geşkirina agirê Newrozê ji nûve jîndar kir bi bêrîkirin, girêdan û heskirina bê dawî silavên xwe jê re dişînin."