KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Deriyê sînor ji gelê Wanê re qedexe ye, ji Îraniyan re serbest e
Dewleta Tirk a ku Cejna Newrozê weke hincet nîşan da, Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê li navçeya Qelqeliya Wanê ye, li gelê Wanî qedexe kir lê ji Îraniyan re serbest e. -
Li Qeladizê agirê Newrozê hat vêxistin
Ciwanên Qeladizê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo“ agirê Newrozê vêxist. -
Newroza Kerkûkê bi coşek mezin bi dawî bû
Pîrozbahiya Newroza Kerkûkê ku bi tevlêbûna sedan welatiyên herêmê hatibû lidarxistin, bi coşek mezin û gerandina govendê dawî bû. -
Peyama Newrozê ya KCK’ê: Dema hilweşandina desthilatdariya faşist hatiye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, cejna Newrozê pîroz kir û diyar kir ku desthilatdariya faşist a AKP-MHP’ê li ber xerabûnê ye û got: “Dem hatiye ku mirov vê desthilatdariya faşist bi temamî hilweşîne.“ -
Li Şirnexê 12 herêm hatin qedexekirin
Dewleta Tirk a dagirker li Şirnexê 12 herêm wekî herêmên "ewlehiya taybet a demkî" îlan kir. -
Hevseroka Giştî ya HDP’ê çû serdana Emîne Şenyaşarê
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan şandeya pê re, çû serdana Emîne Şenyaşar ku li Nobeta Edaletê digire. -
Wê li 34 bajaran agirê Newrozê were pêxistin
Newroza 2023’an wê bi şîara ‘Her der Newroz, her dem azadî’ li gelek bajaran were pîrozkirin. -
Sancar: Em ê jiyana nû ava bikin, desthilatdariyê têk bibin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Hatayê axivî û got, "Eger em ê jiyaneke nû ava bikin, divê em hesab ji berpirsyarên vê felaketê bipirsin. Divê em vê desthilatdariyê têk bibin. Piştevaniyê nîşan da ku ev hêza me heye." -
Di çilrojiya erdhejê de heyetên HDP'ê li Dîlok û Mereşê bûn
Ji ber çilrojiya erdhejê heyetên HDP'ê çûn Îslehiye û Elbistanê û diayr kirin ku wê birînên erdhejê bi hev re bipêçin. -
Li Kerkûkê agirê Newrozê hate dadan
Bi tevlîbûna sedan kesî li qada Şîwesûr a Kerkûkê agirê Newrozê ya bi dirûşman hate dadan. -
HPJ’ê bi merasîmek bi heybet Newroz pîroz kir
HPJ’ê ji bo pîrozkirina Newrozê merasîmek bi heybet lidar xist û got: “Li hemberî pergala xwînxwar, li ser esasê parastina cewherî xwe parastin û rêxistinkirin pêwîst e.” -
Aydenîz: Gelê me wê hesabê hilweşîna di erdhejê de bipirse
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku li Meletiyê serdana mexdûrên erdhejê kir, diyar kir ku sedema hilweşîna giran a di dema erdhejê de polîtîkayên rant û dijminatiyê ye û got, "Gelê me wê 14'ê Gulanê hesab bipirse." -
Li Rihayê du rojnamevanên ku Nobeta Edaletê dişopandin, hatin destgîrkirin
Malbata Şenyaşar li Rihayê ji bo xizmên xwe yên hatine qetilkirin, ji sala 2018’ê û vir ve çalakiya Nobeta Edaletê dike. Du rojnamevanên ku Nobeta Edaletê dişopandin, hatin destgîrkirin. -
Dersim: PKK partiya fedaîtiyê ye
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim got, "Bi rengekî rêxistinî, zanebûn û nêzîkatiyeke îdeolojîk fedaîtî hate nirxandin. Di kevneşopiya PKK'ê de fedaîtî heye." -
NPG: Newroza 51’emîn a Rêbertiyê pîroz be
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG): Em Cejna Newrozê ya gelê xwe û dostê gelê xwe yên ku agirê Newrozê bilind kirine, pîroz dikin. -
Bi 150 tabloyan Newroz pêşwazî kir
Wênesaz Hîkmet Îbrahîm bi 150 tabloyên xwe ku bi kevir, kapek, sifir, xîz û pola çêkiriye, Newrozê pêşwazî dike. Hîkmet Îbrahîm hêvî kir ku Newroza 2023'an aştî û azadiyê bi xwe re bîne. -
Pîremêrd nehişt agirê Newrozê vemire
Di dema Osmanî û serdema rejîma Baasê de tevî hemû astengî û qedexeyan ti carî agirê Newrozê nevemiriye. Yek ji sembolên Newrozê ya li Başûrê Kurdistan rewşenbîr, hunermend Pîremêrd e ku nehiş agirê Newrozê vemire. -
Jiyar: Desthilatdarî dixwaze bi rêya TOKÎ talanê dewam bike
Endamê Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê Bahoz Jiyar got, ji bo afetên xwezayî nebin felaket gelek tedbîr hene ku dikarin bêne wergirtin û diyar kir, desthilatdarî bi rêya projeya TOKÎ dixwaze talana li ser civakê dewam bike. -
Li Helebce bi pileya 4,8 erdhej çêbû
Li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê bi pileya 4,8 erdhej çêbû. Erdhej li Silêmanî û Şarbajêr hat hîskirin. -
Li Riha û Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 17‘an
Li Riha û Semsûrê hejmara kesên ku ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 17'an. 5 kes jî hîna winda ne. -
Şaredariya gel a Şengalê rêyên ku ji ber lehiyê hatibûn girtin vekirin
Di encama barîna baranek bi hêz de duh li Şengalê lehî rabibû û rêyê gelek gundan hatibûn girtin. Şaredariya Gel a Şengalê rêyên ku ji ber lehiyê hatibûn girtin vekirin. -
Ji bo şehîdên Helebceyê jiyan sekinî
Şehîdên Helebceyê li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bîranîn. Ji bo bîranîna şehîdên kîmyabarana Helebceyê, li Başûrê Kurdistanê saet di 10.55’an de jiyan deqîqeyekê sekinî. -
Tifaqa Kurdistanî û ÎHD'ê xwestin Qirkirina Helebceyê bê naskirin
Koma Xebatê ya Tifaqa Kurdistanî û ÎHD'ê ji ber salvegera komkujiya Helebceyê daxuyaniyek dan û xwestin komkujî weke 'qirkirinê' bê naskirin. -
Êrîşên dagirkeran dewam dikin
Artêşa Tirk a dagirker 48 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. -
Bîlançoya Lehiyê ya li Bakurê Kurdistanê giran dibe
Hat diyarkirin ku hejmara kesên ku li Riha û Semsûrê di lehiyê da jiyana xwe ji dest dan derket 15’an.