BI DÎMEN

Konferansa li Atînayê: Paradîgmaya Ocalan wê li Sûriyeyê diyarker be

Beşdarê konferansa “Pirsgirêka Kurd û geşedanên li Rojhilata Navîn” Doç. Thomas Schmidinger wiha got, “Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çarenûsa Elewî, Durzî û civakên din ên li Sûriyeyê diyarker be.”

KONFERANSA LI ATÎNAYÊ

Konferansa “Pirsgirêka Kurd û geşedanên li Rojhilata Navîn” a li paytexta Yewnanistan Atînayê dewam dike. Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, Hevseroka Ofîsa Têkîliyên Dîplomatîk a PYD’ê Sema Begdaş û gelek akademisyen, siyasetmedar û rojnamevan beşdarî konferansê bûn.

Piştî navbera nîvro Serokê Karên Derve yê Yewnanîstanê yê berê Nikos Kotzias axivî.

Kotzias diyar kir ku gelê Kurd yek ji gelên ku dûrî fanatîzma olî ya Rojhilata Navîn in û anî ziman ku ji ber vê yekê divê gelê Kurd ji aliyê hemû welatan ve were piştgirîkirin û wiha got: “Em dixwazin alîkarî bidin Kurdan, lê li Tirkiyeyê yên ku ji vê rewşê nerehet dibin hene. Eger Tirkiye nerehet dibe bila nerehet bibe. Divê her kes alîkarî bide. Ji ber ku Kurd li Rojhilata Navîn rêveberiyekî demokratîk hedef dikin. Nikos Kotzias bang li dewleta Yewnan kir ku heta dawî piştgirî bide Kurdan.

Di rûniştina duyemîn de jî li ser Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û bandora Rêber Apo a herêmî nîqaş hatin kirin. Moderatoriya rûniştinê ji aliyê Loannis Albanîs ve hat kirin.

‘KURD LI SÛRIYEYÊ HEBÛNA XWE ÎSPAT KIRIN’

Ji Zanîngeha Hewlerê Doç. Thomas Schmidinger diyar kir ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di sala 2012’an de kir, Kurd li Rojava birêxistin bûn û bûn hêza herî bandor ku heta îro hatin. Schmidinger destnîşan kir ku PYD’ê di destpêka şoreşê de cih girtiye, Ereb, Asûrî û bi pêkhateyên xwe yên cuda bûye partiyekî herî berfireg û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Kurd bi berxwedana xwe ya dîrokî ya li Kobanê û berdêlên ku dane, hebûna xwe ya li Sûriyeyê îspat kirin. Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çarenûsa Elewî, Durzî û civakên din ên li Sûriyeyê diyarker be.”

‘KURDAN TEVÎ ASTENGIYÊN DEWLETA TIRK JÎ GAVÊN MEZIN AVÊTIN’

Rojnamevan Stavros Lygeros, destnîşan kir ku dewleta Tirk li pey Neo-Osmaniye ye ku Kurdan jî digre nava xwe û wiha got: “Hewldana asîmîlekirina gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve teqez û bêveger bi dawî bûye.”

Rojnamevan Petros Papakonstantinou jî anî ziman ku Kurdan tevî hemû astengiyên dewleta Tirk jî li Sûriyeyê gavên mezin avêtine.

Piştî axaftinan rûniştina duyemîn bi dawî bû û navber dan konferansê.

KONFERANS WÊ DEWAM BIKE

Piştî navberê Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed wê biaxive. Di rûniştina dawî de wê hêzên herêmî û meseleya Kurd were nîqaşkirin. Di rûniştina bi moderatoriya Sotiris Roussos de Prof. Konstantinos Filis, Erkdarê Perwerdehiyê ya Zanîngeha Lefkoşayê Stavros Drakoularakos  û akademîsyenê Zanîngeha Leipzig Kamal Chomani di rûniştinê de cih bigre. Konferans wê bi axaftina girtinê ya Hevseroka Ofîsa Têkîliyên Dîplomatîk a PYD’ê Sema Begdaş bi dawî bibe.